72 kesên din ji vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da 2020-10-25 18:44:50   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiyeyê 72 kesên din jî vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 17 kesên din jî bi vîrûsa koronayê ketin. Hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan derket 9 hezar û 799 kesan û hejmara pêketiyan jî derket 361 hezar û 801 kesan.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên dawîn ên vîrûsa koronayê parve kirin. Li gorî daneyên dawîn; li Tirkiyeyê 72 kesên din jî vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 17 kesên din jî bi vîrûsa koronayê ketin. Bi van daneyan re hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan derket 9 hezar û 799 kesan û hejmara pêketiyan jî derket 361 hezar û 801 kesan.