ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2020'AN 2020-10-26 09:00:16 *  Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, destnîşan kir ku li Herêma Marmarayê girtîgeha ku agahî ji nagirin Girtîgeha Îmraliyê ye û ev tişt got: “Tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kir, îro li tevî girtîgehan berbelav bûye.”  * Li navçeya Zarûşadê Gola Kûyûcûkê ku ji gelek cûreyên çûkan re malôvanî dike, bi tevahî ziwa bû. Li gola ku her sal bi hezaran turistên biyanî û xwecihî serdana wê dikin, êdî sewal lê diçirin.    * Rojnameger, Vecih Cuzdan, diyar kir ku taktîka AKP’ê ya “Em li qadê hene em ê li ser meseyê bin” têk çûye û Tirkiye ji meseyê hatiye dûrxistin.   * Kartolên ku li navçeya Xîzanê dest bi berhevkirina wan hatiye kirin, di şevên zivistanê yên sar de dibin tehma jênever a malên gundan.   * Di sala 2019’an ku 2 hilbijartin pêk hatin de 860 hezar û 695 malbata ji “Bernameya Piştgiriya Civak û Malbatê” ya Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê sûd wergirtibûn lê salên bê hilbijartin ev hejmar hatin kêmkirin.    * Hanim Turk ku polîsan bi ser mala wan de girt û deriyê wan şikandin, diyar kir ku polîsan bi kuçikan îşkence li wan kiriye û çek xistiye serê wê.   * Rêxistinên ciwanên ên li Enqerê, berî îlankirina Meclîsa Ciwanên Yekbûyî ya di 15'ê Mijdarê de, wê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Enqerê civîna çapemeniyê  li dar bixin. (11.00)   * Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erol Katircigolû, wê li Meclîsê "Rapora Aboriyê ya Dema Pandemiyê" ji raya giştî re ragihîne. (11.30)