Yolerî: Girtîgeha ku em ji agahî nagirin Girtîgeha Îmraliyê ye 2020-10-26 09:01:37 STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, destnîşan kir ku li Herêma Marmarayê girtîgeha ku agahî ji nagirin Girtîgeha Îmraliyê ye û ev tişt got: “Tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kir, îro li tevî girtîgehan berbelav bûye.”    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, rapora xwe ya derbarê binpêkirinên mafan ên ku di 3 mehên dawîn de li girtîgehên herêma Marmarayê pêk hatibûn, beriya çend rojan aşkera kir.  Di raporê de binpêkirinên mîna sînorkirinên hevdîtinên vekirî û girtî, kêmbûna xwarinên ku didin girtiyan, nedayîna amûrên paqijiyê, berdevk û dezenfekte, rewşa girtiyên nexweş, girankirina şertên tecrîdê, binpêkirinên mafên jiyanî û pirsgirêkên xwe gihandina tenduristiyê cih girtibûn û hatibûn ragihandin ku bi giştî 786 binpêkirin pêk hatine.    ‘PIRSGIRÊK DERÛNÎ LI GIRTÎGEHAN ZÊDE DIBIN’   Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, derbarê raporê de nirxandinan kir. Gulistan Yolerî, bi bîr xist ku di demên dawîn de mirin li girtîgehan zêde bûne û wiha got: “Ji ber astengkirina mafê xwe gihandina tenduristiyê mirin pêk tên. Girankirina şertên tecrîdê ya li girtîgehan dibe sedema întiharan. Bi girankirina tecrîdê re pirsgirêkên derûnî yên girtiyan zêde bûne û girêdayî vê li girtîgehan întîhar jî zêde bûne.”   ‘GIRTIYAN KELEMÇEKIRÎ MIEYNE DIKIN’   Yolerî, destnîşan kir ku pergala tecrîdê li Tirkiyeyê ketiye rewşeke sistematik û ev tişt anî ziman: “Di sewqkirina girtiyan a nexweşxaneyan de binpêkirinên mafan ên micid pêk tên. Girtî bi wesayîta rîngê sewqî nexweşxaneyê tên kirin û kelemçekirî tên mieynekirin. Bi saetan girtiyan di wesayîta rîngê de digirin.”   ‘LI ÎMRALIYÊ TECRÎD TÊ KÛRKIRIN’   Di berdewamê de Yolerî, da zanîn ku li herêma Marmarayê girtîgeha ku agahî ji nagirin Girtîgeha Îmraliyê ye û nirxandinên xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Îmralî bi tevahî qutiyeke girtî ye. Têkilî danîn û çûn û hatina wê pir hatiye zehmetkirin. Em dikarin biçin girtîgehên din lê em nikarin biçin Îmraliyê. Ji bo çûyîna wê pêwistiya me bi derfetên dewletê heye. Tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kir, li tevî girtîgehan berbelav bûye. Dema ku tecrîd li Îmraliyê tê kûrkirin li girtîgehên din jî kûr dibe. Em agahî ji Îmraliyê nagirin. Derbarê rewşa giştî ya Îmraliyê de agahî nayên bidestxistin.”   MA / Erdogan Alayûmat