Hevjîna Turk îşkenceya bi kûçikan vegot 2020-10-26 09:01:40 AMED - Hanim Turk ku polîsan bi ser mala wan de girt û deriyê wan şikandin, diyar kir ku polîsan bi kuçikan îşkence li wan kiriye û çek xistiye serê wê. Di 20’ê cotmehê de polisan li Taxa Dîclekent a navçeya Peyasê ya Amedê, bi ser mala welatiyê Faris Turk de girtibû û deriyê malê şikandibûn. Polis piştî ku ketibûn hundirê, bi kuçikan êrişî ferdên malbatê kiribûn û lêgerîn pêk anîbûn. Piştî lêgerînê polîsan Turk binçav kiribûn û bi xwe re biribûn Miduriyeta Polisan a Amedê. Di heman rojê de bi Turk re 7 kesên din jî hatibûn binçavkirin. Di 23'ê cotmehê de Turk û 3 kes bi angaşta "emdamtiya rêxistinê" hatibûn girtin û 5 kes jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.    Hevjîna Turk Hanim Turk derbarê îşkenceya ku li wê, hevjîn û zarokên wê hatibû kirin de axivî. Turk, bi bîr xist ku polisan di saetên serê sibê de bi ser mala wan de girtiye û bi van gotinan qala kêliya serdegirtinê polisan kir: "Dema polis ketin avahiyê, em bi dengê lingê wan şiyar bûn. Hatin carekê li derî xistin. Hevalê min got ‘derî neşikênin ez ê derî vekim.’ Lê derî şikandin û bi kuçikek ketin hûndirê malê. Kuçikî êrîşî hevalê min kir. Zarokên min û birayê min li odeyeke din bûn. Zarok tirsiyan û qîr kirin. Bavê wan jî got qey li wan dixin. Bezî çû cem wan. Lê polîsan li hevalê min xistin û birin odeyeke din. 9-10 polîs ketin odeyê û derî ser wî de girtin.”   ‘POLÎSAN HEVALÊ MIN DIRÊJÎ ERDÊ KIRIN Û LÊ XISTIN’   Turk, da zanîn ku polîsan  wê jî kirine odeyeke din û ev tişt got: “Çek xistin serê min û kuçik berdan min. Min li kuçik dixist lê nedihiştin, çek xistin serê min û digotin ‘tevlî kuçikê nebe.’ Min bi desta xwe diparast, nedihiştin. Bi kuçik îşkence li min kirin. Li odeya din jî li hevalê min dixistin. Nêzî 9-10 polîs li ser serê wî bûn, li erdê dirêj kiribûn û lê dixistin. Piştî ku ketin hundirê malê û îşkence le me kirin çûn gazî cîranên me kirin. Ji wan re gotin ‘binêrin me tiştek li van nekiriye, tiştekî wan nediziye’ û li hundir lêgerîn kirin û tiştek li ser hev nehiştin. Zarokê min ê 7 û 16 salî û birayê min jî dirêjî erdê kirin û kûçik di ser wan re derbaskirin. Polîs 2 saetan di malê de man û îşkence berdewam kir. Bi awayekî wehşane hatin. Vê hovîtiya xwe ji bo mirov bi tirsînin dikin.”   ‘BANDOREKE NEBAŞ LI ZAROKÊN MIN KIR’   Turk, destnîşan kir ku îşkenceya bi kuçik û nezîkatiya polîsan bandoreke nebaş li zarokên wan kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Renas, hê jî şevê ditirse, qîr dike, digirî û dibêje ‘bavê min li kû ye? Ka bavê min? Ez bavê xwe dixwazim.’ Me hêj jêra negotiye bavê te hatiye girtin. Şev xew jê re tune ye.”   MA / Fahrettîn Kiliç