ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2020'AN 2020-10-27 09:00:18 * Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç derbarê Peymana Şengalê de axivî û diyar kir ku di pêvajoyeke ku yekitiya neteweyî tê axaftin de hatiye îmzekirin û got: “Peymana Şengalê wê miheqeq bandorê li ser xêbatên yekitiya neteweyî bike. Divê têkiliyên stratejîk û mayînde di navbera hêzên kurdan de çêbibe.” * Nûnera Jinan a Lijneya Kordînasyona Bajêr a TMMOB’ê Arîn Zumrut diyar kir ku medyaya hawizê neheqî û komkujiyên li jinan tê kirin normal dike û got: “Divê jin tevlî qadên têkoşînê bibin.”   * Welatiyekî ji Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan re gotibû "êdî em nikarin nanekî jî bibin mala xwe" û Erdogan jî gotibû "Bi min mubaxele dike" û rabûbû "çayek dabûyê." Lê belê ew çaya ku Erdogan dabû ji ber kûrên dowîzî her diçe bihatir dibe.    * Li Wanê îsal ji ber krîza aborî kirêyên xaniyan ji sedî 30 zêde bûne. Serokê Komeleya Emlaqfiroşan Orhan Ozdek, anî ziman ku ji ber vî fiyetî mirov mexdûr dibin û got, divê ev bibe ji sedî 10.    * Serokê Odeya Bijîşkan a Kocaeliyê Omer Ardman, anî ziman ku bi nêzbûna zivistanê re wê grîp û şewba Codîd-19'ê bandorê li hev du bikin û ji ber vê wê hejmara kesên bi şewbê bikevin zêde bibe. Ardman bal kişand ser rewşa xebatkarên tenduristiyê jî û got: "Em diqedin."    * Li Xîzanê Edîp Kaya ku di çe ser darên gûzan ên bi metreyan bilind bi sirixan dargûzan dihejîne, bal kişand ser zor û zehmtiyên karî û got: "Ev kar dişibe ajotina wesayîtan. Heger hema tu şaşiyeke biçûk jî bikî tu li erdê yî. Gava tu bikevî an tu dimirî an jî dibî yê nav nivînan hew radibî."    * Serokwezîr Erdogan ji bo welatiyê ku gotibû "Êdî em nikarin nanekî jî bibin mala xwe" gotibû "A ji te re çaya kêfê vexwe". Nûnerên partiyên siyasî bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Gava Erdogan biçe, em ê çaya kêfê vexwin."    * Endama Komîsyonên Edalet Ji Bo Gulîstan Dokûyê Hêlîn Yagmûr Ûcî, diyar kir ku lêgerîna tê kirin lêgerîneke sûkî ye û got, gelek rayedarên ku tevî Zaînal Abarakov û malbata wî daxilî nav bûyerê bûne, hewl didin ku xwe bi xelasiyê bixin.    * 8 cenazeyên ku 33 roj in li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin, li gel ku malbatan ji bo DNA’yê xwîn daye jî, nayên teslîmkirin. Parêzerê malbata Şîlan Polat ê ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da Necat Polat diyar kir ku bi rojan in li benda DNA'yê ne û got: "Pêwîst bu ku malbat di warê fermî de bihatana agahdarkirin."   * Kîbar Tûncer a 70 sakî ku bi nexweşîna parkînsonê ketiye, piştî meaşê wê yî nihêrvaniyê vê carê meaşê wê yî astengdraiyê jî hat birîn. Tûncer got: "Pêdiviya min bi nihêrînê heye. A hatiye kirin zilm e."    * Endamê Konseya Navendî yê Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Halîs Yerlîkaya, anî ziman ku 1 milyon û 500 hezar derziyên doza şewbê ku hatin îtxalkirin têr nake û wiha got: "Ji bo rê li pêş kêşeya kesên bi vîrûsa corona ketine  bê girtin divê herî kêm 10 milyon derziyên şewbê bên stendin.    *  Bi beşdariya hemû pêkhateyên Nûnertiya Turk Îş'ê ya Herêmê li ber deriyê Nûnertiya Turk Îş'ê ya Herêmê ya li Amedê bi armanca şermezarkirina ji holê rakirina mafênkedkaran daxuyaniya çapameniyê bê dayîn. (11.00)    * Li Mersîn û Edeneyê Turk-Îş, derbarê qanûna torbe ya li meclisê li ser hevdîtin tên kirin de daxuyanî bide çapameniyê. (11.00)    * 3'emîn danişîna E.B. ku li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dest dirêjî zarokekî kiribû, li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê bê dîtin. (11.30)    * Platforma Jinan a Dîcle Amed, wê derbarê jinên di demên dawîn de hatine binçavkirin li Parqa Ofisê ya li Çerxerêya Ofisê daxuyanî bide çapameniyê. (12.00)