Jinên ku negirtin şarederiyê, li ser bertekan vexwendin şaredariyê 2020-10-27 13:19:06   MÊRDÎN - Jinên ku derbarê qirêjiya hewaya taxa xwe de, xwestin bi qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê re hevdîtin bikin û rayedaran ew negirtin şaredariyê, li ser bertekan ji aliyê qeyûm ve hatin vexwendin.   Gelek jinên li taxa Stasyonê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê dijîn duh xwestin têkildarî qirêj û gemara ku ji ber Kargeha Kirêcê ya Nûhoglû ya li taxa wan peyda dibe, bi qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Walî Mahmût Demîrtaş re hevdîtin bikin. Lê jinên ku ji bo hevdîtinê çûn ber derê şaredariyê, ji aliyê polisan ve hatin astengkirin û polisan ew negirtin hundirê şaredariyê. Li ser vê yekê jin nîv saet li ber deriyê şaredariyê rawestiyan û bêyî ku bi kesî re hevdîtin bikin ji ber derê şaredariyê veqetiyan. Ev nêzikatiya şaredariyê rastî bertekên zêde hatş.   Qeyûmê Şaredariyê Mahmût Demîrtaş li ser bertekên zêde, xwest ku bi jinan re hevdîtin bike. Demîrtaş jin vexwendin şaredariyê û giliyê jinan ên derbarê fabriqeya kirêçê de guhdar kirin. Qeyûm dûre hevdîtina bi jinan re kir li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kir û got: “Em bi niştecihên Taxa Stasyonê re hatin gelhev û me daxwaz û pirsgirêkên wan guhdar kirin.”