Polîsan karsaz Seydaoglû binçav kirin 2020-10-27 15:05:35   AMED - Polîsan karsaz Osman Seydaoglû binçav kirin û birin Fermandariya Cendermeyan a Erxeniyê.   Polîsan di saetên serê sibê de, bi ser mala karsaz Osman Seydaoglû ya li Taxa Seyrantepe ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê de girtin. Piştî ku polîsan li malê lêgerîn pêk anîn, Seydaoglû binçav kirin. Hat hîn bûn ku Seydaoglû birine Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Erxeniyê. Nehat zanîn ku Seydaoglû ji bo çi hat binçavkirin.