Dayikên Aştiyê: Aştî bi azadiya Ocalan pêkan e 2020-10-28 09:09:20 STENBOL - Dayikên Aştiyê destnîşan kir kirin ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de tevahiya civakê tê tecrîdkirin û gotin, "Aştî bi azadiya Ocalan pêkan e" li dijî tecrîdê bang li her kesî kirin ku dengê xwe bilind bikin.  Her diçe tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girantir û dorfirehtir dibe. Herî dawî heya 6 mehan hevdîtina bi parêzeran hat qedexekirin. Geleke derdor bertek nîşanî tecrîdê didin. Dayikên Aştiyê jî bertek nîşan dan û bang li her kesî kirin ku li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.    ‘TECRÎD SÛC E'    Dayika Aştiyê Bedîa Gokbûz, anî ziman ku di şexsê Ocalan hemû derdorên Tirkiyeyê tên tecrîdkirin û got, tecrîd sûc e li hemberî mirovahiyê. Gokbûz, diyar kir ku îqtidara AKP'ê ji ber ku hem li hundir hem jî li derve tengijiye êrîşê dibe ser hemû kesên aştîxwaz û got: "Ji ber ku ji fikrên Birêz Ocalan ditirsin tecrîdê giran dikin. Tirsonek bi dijwarî êrîş dikin. AKP jî ji ber ku ditirse tecrîda li ser Birêz Ocalan giran dike."    Gokbûz, destnîşan kir ku kesên "ji xwe re dibêjin ez mirov im" divê li ber vê tecrîdê rabin û got: "Gava deriyên Îmraliyê vebin û pêvajoya diyalogê dest pê bike, wê selteneta AKP'ê bi dawî bib. Lewma ji bo fikrên Birêz Ocalan negihên kesî tecrîdê pêk tînin."    ‘EWROPA NE SAMÎMÎ YE'    Gokbûz, destnîşan kir ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Parlementoya Ewropayê (CPT) û Neteweyên Yekbûyî (NY) jî li dijî pêkanînên derbarê Ocalan de ne samîmî ne û got: "CPT'yê raporek weşan, lê tê de tiştek tune ye. helwesta Ewropayê ya li dijî tecrîdê, helwesteke ku gelê kurd dixapîne. Divê dev ji xapandinê berdin, gavine berbiçav bavêjin."    ‘TECRÎD ŞER GIRANTIR DIKE'    Dayika Aştiyê Emîne Erbek ku polîtîkayên tecrîdê şermezar kirin, bal kişand ser qedexeya hevdîtinê bi Ocalan re ku heya 6 mehan hevdîtina bi parêzeran û mafê axaftina bi telefonê hatiye qedexekirin. Erbek, destnîşan kir ku tecrîd şer girantir dike û got: "Di şexsê Birêz Ocalan tevahiya gelê kurd tê tecrîdkirin. Zilma li ser gelê kurd tu carî neqediyaye. Lê Birêz Ocalan ligel ev qas zext û zoriyan gelek zînde kir. Lê niha dxwazin bi tecrîdê gelekî biqedînin. Mirovek mehekê bê etcrîdkirin wê derûniya wî xera bibe. Lê Birzê Ocalan 22 sal in tê tecrîdkirin. Heger li Tirkiyeyê wekhevî û demokrasî hebûna wê Birêz Ocalan rojekê jî di girtîgehê de nemana."    ‘TECRÎD HATIYE HEYA NAV MALA ME' GİRDİ'   Erbek, destnîşan kir ku di şexsê Ocalan de hemû derdorên li Tirkiyeyê tên tecrîdkirin û got: "Tecrîd hatiye heya nav mala me. Bi polîtîkaya tecrîdê dixwazin gelek biqedînin. Lê em ne diqedin ne jî paş de gav davêjin. Bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan. A zor pêşîlêgirtina mirinê ye. Em hene û em ê tim hebin. Birêz Ocalan ligel ev qas şert û mercên giran jî li ber xwe dide. Em ê piştgiriyê bidin vê berxwedanê."    'DENGÊ XWE BILIND BIKIN LI DIJÎ TECRÎDÊ'   Dayika Aştiyê Behiye Dûman jî anî ziman ku bi tecrîdê tê xwestin rûmeta gelê kurd bê şikandin. Dûman, ji roja ku komar hatiye avakirin tecrîd li gelê kurd tê ferzkirin, lê belê Birêz Ocalan vê jiyana tecrîdî ya li gelê kurd hatiye ferzkirin rûxandiye. Dûman, anî ziman ku divê kurdan li gel feraseta faşîst a AKP-MHP'ê vegerin û got: "Hûn çi dikin bikin, lê heger hûn kurd bin wê ev feraseta tu carî we qebûl neke. Piştî karê wan bi we biqede, dê li ser çavê we jî nenêre. Werin em bi hev re ji bo azadiya xwe bitêkoşin."    Dûman, ji bo kampanyaya ku li Ewropayê ji bo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin jî got: "Em amade ne di nav hemû xebatên ku ji bo azadiya Birêz Ocalan tên kirin de cih bigirin. Ji roja ku Birêz Ocalan hatiye tê tecrîdkirin heya niha em Dayikên Aştiyê têdikoşin. Me gelek bedêl dan û hîn jî em didin. Canê me ji yên zarokên me ne biqîmetir e. Lewma ji destê me çi bê em amade ne. Kesên aştîxwaz hemû divê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Wê azadiya Birêz Ocalan ji bo her kesî bibe aştî."    MA / Erdogan Alayûmat