Helwesta ENKS’ê rê li pêş hevdîtinên neteweyî digire 2020-10-28 10:50:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera hêzên Kurdan de hevdîtinên yekîtiya neteweyî didomin. Hêzên Kurd li gel ku ji bo yekîtiyê li hev kirine jî ji ber sekn û helwesta ENKS’ê hevdîtin li ser bingehek lawaz didome. ENKS bi şertên ku dide pêş, helwesta wekî li dijî yekîtiyê israr bike, nîşan dide.    Rageşiya di navbera Tirkiye û Fransayê ku bi qeyrana karikatur dest pê kir, piştî ku ji bo îstîşarê bang li sefaretên herdu welatan, kirin, biryarên boykotê hatin dirêjkirin. Serokomar û Serokê AKP’ê Tayyip Erdogan hefteya borî bi gotinên tûj Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron kiribû hedefa xwe. Her çend Tirkiye sedema bertekên xwe wekî ku Fransa bi karîkaturê Hz. Muhammed li dijî Misilmaniyê bê hurmetî kiribe nîşan bide jî; di esasê xwe de, eleqeya Fransa a germ ku li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide ye. Erdogan di axaftina xwe ya li dijî Macron her çend got "Derdê vî zatî yê li dijî Îslam  û Misilmantiyê çiye? Di aliyê zihnî de pêdivîya Macron bi tedawiyê heye" jî di berdewama axaftina xwe gefên xwe yên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhihilatê Sûriyeyê berdewam kir. Tişta Erdogan werê hêrs dike jî piştî sala 2011'an ku li Sûriyeyê şerê navxweşî dest pê kir, Rejîma Esad li şûna bi hêzên navneteweyî re parve bike, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêveberiya Xweser hatiye avakirin e. Pişti vê yekê Hikûmeta Tirkiyel li dijî siyesata Kurd dest bi ‘Plana têkçûn û hilweşînê" kir û dest bi dagirkeriya herêma Bakurê Sûriyeyê kir.    Li gel Tirkiye bi her awayî hewl da rê li pêş yekîtiya neteweya Kurd bigire jî; li gorî dixwest encam negirt. Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Gulana 2020'an de 25 partî û tevgerên Kurd ji bo yekîtiya neteweyî gavên çareseriyê avêtin. Dîsa Partiyen Yekitiya Niştimani ya Kurd (PYNK di bin baneyê "Partiyên Yekîtiya Neteweya Kurd" de hatin cem hev. Piştî yekîtiyek hat avakirin gava ewil a vê yekîtiyê; di 17'ê Hezîrana 2020'an de bi ENKS'ê ya bi Tirkiye re têkiliyê wê pir germ in re, li ser Peymana Duhokê ya di sala 2014'an de îmze kiribûn, li hev kirin.    MUZAKERE LI SER MÛ DIMEŞIN    Ji bo Kurdên ku bi Peymana Lozanê bûn Çar Perçe û Tirkiye, Sûriye, Iraq û îranê ew li hev parvekirin, bi gava li “Rojava” hat avêtin hevî û baweriya ji bo yekîtiya neteweyî bêtir geş kir. Niha ji ber helwesta ENKS'ê xebatên yekîtiya neteweyî li ser tayê mû dimeşin. Ji ber ENKS şertên dide pêş, xebatên yekîtiyê li gorî tê xwestin pêşve naçin. Di xebatan de Rêveberiya Xweser pêşniyar kir ku ji bo Yekîtiya Neteweya Kurd Konseya Neteweya Kurd a Sûriyeyê bê avakirin. Kengî û li Ku hat avakirin? Têkiliya wê û Tirkiye di çi astê de ye. Têkildarî Rêveberiya Xweset heta niha ket çi rewşê?    NAVENDA WÊ LI HEWLÊR E   Piştî li Sûriyeyê Şerê navxewşî dest pê kir, di 26'ê Cotmeha 2011'an de ENKS hat avakirin. Navenda ENSK'ê li Hewlerê hat avakirin. Mesud Barzanî piştgirî da van xebatan. Di sala 2017’an de bi kongreya dawî Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistana Sûriyeyê (PDK-S) Siûd Mela anîn ser partiyê. Ji roja ENSK hat avakirin heta niha Tirkiye aşkere li dijî partiyên Kurd piştgiriyê dide ENKS'ê. ENKS, ku aşkere piştgiriyê ji Tirkiyeyê distîne, heta demek nêzîk di nava rêveberiya Muxalifên Sûriye û Konseya Neteweyî ya Hêzên Şoreşger (SMDK) ku bi hevkariya Tirkiyeyê hat avakirin de cihê xwe girt. ENKS li gorî xeta siyasî li dijî Rêveberiya Xweser cihê xwe girt û dest bi kampanya reşkirinê kir. Rêveberiya Herêmê Rewatiya ENKS’ê qebûl nekir û di sala 2017'an de buroyawê girt.    BAZARA LI SER EFRÎNÊ    Piştî Tirkiyeyê di 20'ê Çileya 2018’an de Efrîn dagir kir, ENSK'ê helwesta xwe aşkere kir û beriya operasyofa Efrînê rêveberên ENKS’ê bi rayedarên MÎT'ê re hatin cem hev. Dîsa hin komên çekdar ên girêdayî ENKS’ê raste rast tev li operasyonê bûn. Endamê ENKS'ê Fuad Aliko, Piştî dagirkirina Efrinê li Dilokê civîn li dar xistin. ENKS û Tirkiye li ser Efrînê li hev kirin. Gotin "Ji bo gelê Efrînê axa xwe bi rêve bibe li hev kirine" Lê derket holê ku wekî ku EKNS'ê dixwest pêvajo pêş neket. Wisa bû ku binpêkirina mafan heta endamên ENKS'ê belav bû. Vê yekê bandor li ser têkiliyên ENKS û Tirkiyeyê kir. Endamê Komîteya Têkiliyên Derve Îbrahîm Biro ku serokê berê yê ENKS’ê bû, di Gulana 2019'an de daxuyaniyek da û got: "Ji ber me bertek nîşanî komên çekdar ên li Efrînê mafan binpê dike dan, têkiliyê me û Tirkiye lawaz bûn. Wê demê hin rêveberên ENKS’ê dersînor kirin. Lê ENKS'ê her tim hewl da têkiliyên xwe ji Tirkiyeyê qut neke.    3 MILÊN CUDA HENE   ENKS wekî tê zanîn ne rêveberiyek yekpare ye. Tema li têkiliyên heyî, politikayên têne meşandin û refleksên tên nîşan tê nerîn, tê dîtin ku di nava ENSK'ê de 3 milên cuda hene. Ev 3 mil yek girêdayî Tirkiye, yek girêdayî Barzanî û yek jî girêdayî Rojava ye. Li gel van milên cuda ji bo yekîtiya neteweyî ENKS di bin baneya neteweyî de hat cem hev. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratik (QSD) Mazlum Abdî, di 10'ê Mijdara 2019’an de bi ENSK'ê re hevdîtin kir. Rêveberiya Xweser a Serokatiya Konseya ENKS'ê ji bo bi PYD'ê re li hev bike, pêşniyarên xwe bi Mazlum Abdî re parve kir.    LI KOBANÊ BURO VEKIRIN   Rêveberiya Xweser piştî van temasan aşkere kir ku hemû astengiyên li pêş xebatên ENKS’ê radike. Piştî vê biryarê ENKS'ê piştî 3 salan di 6'ê sibata 2020’de li Kobanê buro vekir.    Piştî hêzên Kurd ji bo yekîtiyê hatin cem hev û ENSK xistin bin baneyê xwe Tirkiye bêzar kir. Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, di 19'ê Sibatê de bi nûnerê ENKS'ê re li Enqereyê hevdîtin kir. Çovuşoglu, têkildarî van hevdîtinan got “Em bi nûnerên rewa yên Kurdên Sûriyeyê bi heyeta Konseya Neteeya Krud a Sûriyeyê re hatin cem hev. Me diyar kir ku zerara herî mezin rêxistina Terorê PKK/YPG daye Kurdan."    Ji bo yekîtiya neteweyî yekem car ENSK û Mazlum Abdî li hev kom bûn. Piştî meha Gulanê Partiyên Yekîtiya Neteweya Kurd (PYNK) hat avakrini. Piştî hevdîtinên di nava heyetan de di 16'ê hezîranê de alîgiran peymana Duhokê ya sala 2014'an li hev kirin. Hertu heyet ji bo yekîtiya Kurdan dê li hev bikin û gavan bavêjin.    Peymana Duhokê piştî konferansên Yekîtiya Neteweyî yên li Enqere, Amed û Brukselê pêk hatin, hat îmzekirin. Di sala 2014'an de li Duhokê kom bûn. Heyetea ENKS û Tevgera Civaka Demokratik (TEV-DEM) 9 rojan hevdtini kirin û di encama van hevdîtinan de li ser mijarên hêza hevpar û yekîtiya siyaseta kurd li hev kirin. Di 23'ê Cotmeha 2014'an de li hev kirin. Di Mekanîzmaya Biryara Siyasî de biryar dan ku 12 jê endamên TEV-DEM û 12 jî endamên ENKS’ê bin. 6 endanên serbixwe jî dê ji aliyê 24 endamên meranîzmayê ve bihatina diyarkirin. Xwestin ji bo parastina rewa YPG  koordîne bike.    Piştî ENKS’ê Peymana Duhokê îmze kir û bi PYNK'ê re li hev kir, Koordînasyona Neteweya Hêzên Şoreşger û Muxalîfên Sûriyeyê (SMDK) li dijî vê yekê bêzar bû. Di 27'ê Tîrmeha borî de endamên SMDK'ê di civînê de ji rêveberên ENKS'ê têkildarî mijarê agahî xwest. Di malpera fermî ya SMDK'ê ya https://tr.etilaf.org/haberler/koalisyon-haberleri/smdk-ve-enks-yonetimi-ortak-konulari-ele-aldi de hat gotin ku Endamên ENSK'ê aşkere kirine ku dê SMDK û endamên Heyeta Muzekereyên Sûriyeyê (SMH) biparêze, di navenda muzakereyan de “Qutkirina têkiiyên di navbera PYD û PKK'ê de ye" Endamên ENKS'ê di heman hevdîtinê de herêma Deyr-i Zor û Rakka dê dîsa ji aliyê gelê herêmê ve dê bê birêvebirin.    Piştî mehekê Serokê SMDK'ê Nasr Al Hariri, endamê ENKS’ê yê konseyê Hewas Agid ji rêveberiyê derxist û li şûna wî endamekî Ereb bi cih kir. ENKS li aliyekî ji bo yekîtiyê bi PYNK'ê re li ser peymana Duhok'ê li hev kir. Li aliyê din ENKS şertê dide pêş rê li pêş yekîtiyê digire. Endamê Komîteya  ENKS'ê Îbrahim Biro di 20'ê ÎLonê de anî ziman ku heta niha li ser 5 xalên sereke li hev nekirine û got: "Di nava niqaşan de pirsgirêka PKK'ê, mijarên perwerdehiyê, eskeriya mecbûrî, peymanên civakî, mijarên girtiyan heye. Hebûna PKK'ê ya li Rojava ji bo gelê me bi talûke ye. PKK, bi mayîna li Rojava peyamê dide Rejîma Sûriye Tirkiye û DYA'yê. Divê PYD û HSD têkiliyên xwe yên bi PKK'ê re zelal bike."    Rayedarê ENKS'ê xwest Pêşmergeyên Roj guhertinê bikin û ji aliyê Hêzên Herêmê û Navneteweyî ve bên parastin.    Endamê Konseya Hevserokê PYD'ê Aldar Xelîl jî di 26'ê Îlonê de anî ziman ku bi ENK'ê re muzakereyan berdewam dikin. Yek ji mijarê niqaş dikin jî “Mercîya Bilind a Kurd" û meseleyên rêveberiyê û parastinê ne.