Polis: Tu Leyla Guven teşhis bike dê dozger bibe alîkar 2020-10-28 12:49:06   AMED - Şahid Evîndar Oruç ku li ser Hevseroka KCD'ê Leyla Guven îfade da, got “Polîsan ji min re gotin ‘Tu Leyla Guven teşhîs bike, dozger dê bibin alîkarê te, dê hemû rêyên hêsan nişanî te bidin'. Ji bo bibin alîkarê min, min jî girtek îmze kir."    12'emîn danişîna doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Leyla Guven a bi îdeaya "Rêveberiya Rêxistinê" hatiye vekirin, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a amedê hat dîtin. Di danişinê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven amade nebû. Parêzerên Leyla Guven di danişînê de amade bûn. Di danişînê de Şahid Evindar Oruç ku li ser wê îfade dabû, bi rêya Deng û dîmenê (SEGBİS) beşdarî danişînê bû. Oruç, anî zimanku Leyla Guven wekî parlamenter nas dike û bi awayekî taybet û rû birû hev nas nakin. Oruç, da zanîn ku tu têkiliya Guven bi PKK'ê re heye ya na ew nizane û tu temasa wê û Leyla bi hevre çênebûye. Oruç, anî ziman ku piştî li Sûriyeyê birîndar bû hat Tirkiyeyê û wiha got: "Jinek bi navê Leyla ez birim tedawî kirim. Ew Leylaya min nas kir ne ev Leyla ye. Ez 2-3 mehan di nava doşekê de mam. Ez birim Stenbolê. “Polîsan ji min re gotin ‘Tu Leyla Guven teşhîs bike, dozger dê bibin alîkarê te, dê hemû rêyên hêsan nişanî te bidin'. Ji bo bibin alîkarê min, min jî girtek îmze kir. Leylaya ku ez birim Stenbolê û Leyla Guven ne yek in."    Heyeta dadgehê jî piştî navberê xwest Leyla Guven tev di karê muhakemeyê bibe û biryar da ku dosyayê tevdîyî dozgeriyê bike.    Heyetê doz taloqî 18'ê Mijdarê kir.