Biryara bihincet a cînayeta Aydemîr: Nelihevkirina mîrateyê 2020-10-28 14:39:52   AGIRÎ – Di hinceta biryara cezayê muebbeta giran ku derbarê mirina Leyla Aydemîr de li apê wê Yûsûf Aydemîr hat birîn de hat gotin ku ji ber “nelihevkirina mîrateyê” Leyla hatiye revandin.   Leyla Aydemîr (4), di 15’ê hezîrana 2018’an de li Agiriyê winda bûbû û piştî 18 rojan mirî hatibû dîtin. Weke faîl apê Leyla, Yûsûf Aydemîr hat darizandin û cezayê muebbeta giran lê hat birîn. Biryara bihincet a cezayê li Aydemîr hatibû birîn, hat aşkerakirin.    JI BER NELIHEVKIRINA MÎRATEYÊ REVANDIYE   Biryar bihincet ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Agiriyê ve hat amadekirin û di biryarê de hat aşkerakirin ku li ser traktör û bazinên zêr ên mîrateya bavê wan di navbera bavê Leyla, Nîhat Aydemîr û apê wê Yûsûf Aydemîr de nelihevkirin hebûye.    PIŞTÎ MIRIYA AVÊTIYE ÇEM   Di biryarê de hat aşkerakirin ku faîl Aydemîr bi armanca di mijara nelihevkirinê de gef li kekê xwe bixwe keça wî Leyla revandiye û piştî ku bûyer bûye bûyereke edlî tirsiyaye û wê veşartiye. Hat destnîşankirin ku piştî Leyla jiyana xwe ji dest daye apê wê biriye avêtiye çemê ku lê hatiye dîtin.