Rawestandina cenazeyan a li morgê di rojeva meclisê de ye 2020-10-28 16:29:17   EQNERE – Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, rawestandina cenazeyên HPG’iyan a li morgê bir rojeva meclisê û ji Alîkarê Serokkomarê Fûat Oktay pirs kir ku çima cenaze radestî malbatên xwe ya nayên kirin.   Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê, nedayîna malbatên wan a 8 cenazeyên HPG’iyan ku 33 roj in li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên rawestandin bir rojeva meclisê. Kaçmaz, bi daxwaza ku Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay bibersivîne pêşnûmepirs da Serokoatiya Meclisê.    Kaçmaz, ev pirs ji Oktay kirin:   “* Li gel ku nasnameya wan diyar e sedema radestnekirina cenazeyan çî ye?    * Sedema encamnekirina testên DNA’yê ya 33 rojan çî ye?    * Ji bo radestkirina cenazeyan  tu xebat wê bê kirin?    * Ji bilî van cenazeyan cenazeyên ku ji ber nehatine teşhîskirin radestî malbatên xwe nehatine kirin hene?   * Ji bo radestnekirina cenazeyen tu fermaneke hikûmeta we heye?”