ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2020'AN 2020-10-29 09:00:56 * Siyasetmedar Alî Atalan ku yek ji îmzevanê deklerasyona êzidiyan a li dijî peymana Şengalê ye, ji bo peymana navbirî got: "Zemîna operasyoneke li dijî êzidiyên ku xweparastinê û statuyê esas digirin."  * Li Erdîşê gorên PKK'yiyan hatibûn xerakirin. Piştî vê malbatan gilî kiribû. Lê belê derbarê giliya malbatan de biryara "neşopandinê" hatibû dayîn. Dû re parêzaran îtiraz kiribû, lê piştî îtiraz jî hat redkirin vê carê parêzeran serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da.    * Endama Koordînasyona Yekîtî Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) Perîhan Koca, anî ziman ku piştî avêtina du welatiyan ji helîkopterê, diyar dike ku dewlet veguheriye amûreke şidetê ya şilfîtazî û ji bo tiştên qewimîne got "faşîzm" e. Her wiha Koca li dijî van pêkanînan bal kişand ser pratîka çalakiyeke hevpar.    * Vedat Yildiz, anî ziman ku ji ber şert û mercên giran ên girtîgehê nexweşîna made, dil, tansiyon û kêmbûna xwînê li xwişka wî Rûken Yildiz peyda bûne û got, dîsa jî nayê tedawîkirin û bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin.    * Aktivîsta TJA'yê Medîna Efe xebatên di çarçoveya kampanyaya "Em Xwe Diparêzin" de ku li Rihayê tên kirin nirxandin, diyar kir ku rastî dîmeneke ku jin hepsî nava çar dîwaran hatine kirin de tên û got: "Jin dixwazin ev kampanya bidome. Em ê jî di vê çarçoveyê de kampanyaya xwe mezintir bikin."    * Li Erdîşê kesên keleman diçînin, anîn ziman ku ji ber fiyetê mazot, gubre û avê tiştek di dest wan de namîne.    * Li Qoserê Osman Ç. tecawizî zarokeke 17 salî kiribû. Derbarê Osman Ç. de bi sûcê "îstismarkirina zarok" de îdianame hat amadekirin. Dayika Z.Ç. ya mexdûr jî ji bo piştgiriyê bang kir.   * DFG, wê ji bo 2'yemîn salvegera wefata rojnameger Kadrî Kaya (Mamoste), li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezanê ya Amedê bernameya bîranînê li dar bixe. (11.00)    * Platforma Şaxên Amed û Riha yên KESK'ê, wê derbarê îxraçan de li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a Parka Koşûyolû û li Şaxa SES'ê ya Rihayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)