Derbarê texrîbkirina goristanan de serî li AYM'ê dan 2020-10-29 09:06:32 WAN - Li Erdîşê gorên PKK'yiyan hatibûn xerakirin. Piştî vê malbatan gilî kiribû. Lê belê derbarê giliya malbatan de biryara "neşopandinê" hatibû dayîn. Dû re parêzaran îtiraz kiribû, lê piştî îtiraz jî hat redkirin vê carê parêzeran serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da.  Di 17'ê Nîsanê de esker û cerdevanan li gundê Şarbazar û Panîyê yên navçeya Erdîşê gorên PKK'yiyan bi keraneyan xera kiribûn. Ji ber vê malbatan serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê dabû û gilî kiribûn.    Lê belê dozgeriyê derbarê giliya malbatan de biryara "neşopandinê" da. Piştî parêzerên malbatan serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Erdîşê dan û îtiraz kirin. Dozgeriyê di biryara xwe de got, "Cendirmeyan tiştekî dijî hiqûqê kiriye, lê belê di hiqûqa cezayî ya pozîtîf de şikênandina kêliên goran ne sûc e" îtiraza hatibû kirin red kir.    PIştî vê parêzerên malbatan serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan û xwestin bi sûcê "heqareta li bîrhatiya kes" û "xerabkirina îbadetxane û goristanan" bêm cezakirin.    MA / Mujdat Can