Koca: Divê em plana çalakiyeke hevpar çêbikin li dijî faşîzmê 2020-10-29 09:06:33 STENBOL - Endama Koordînasyona Yekîtî Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) Perîhan Koca, anî ziman ku piştî avêtina du welatiyan ji helîkopterê, diyar dike ku dewlet veguheriye amûreke şidetê ya şilfîtazî û ji bo tiştên qewimîne got "faşîzm" e. Her wiha Koca li dijî van pêkanînan bal kişand ser pratîka çalakiyeke hevpar.  Li Tirkiyeyê di çend salên dawî de bûyerên îşkenceyê yên di dema biçavkirinê de zêde dibin. Her wiha kesên îşkenceyê dikin jî nayên cezakirin. Herî dawî di 11'ê Îlonê de li navçeya Şax a Wanê eskeran welatiyê bi navê Osman Şîban û Servet Tûrgût binçavkiribûn, îşkence li wan kiribûn û paşê wan ji helîkopterê avêtibûn erdê. Her wiha rojnamevanên ku ev bûyer kiribûn nûçe jî hatibûn girtin. Endamên Koordînasyona Yekîtî Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) piştî lêkolînên li Wanê raporek amade kirin û çend roj berê rapora xwe bi raya giştî re parve kirin.    POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ    Endama Koordîsnayon a DÎB'ê Perîhan Koca, anî ziman ku êdî pir aşkere ye ku li Tirkiyeyê qanûna bingehîn hatiye sekinandin. Koca, bilêv kir ku Tirkiye bûye welatekî ku bêedaletî lê bûye tiştekî asayî û got, xala "Parastna mafên welatiyan berpirisyariya dewletê ye" tenê li ser kaxezê heye.    Koca, diyar kir ku di bûyera Mûsa Orhanê tecawizkar, di cinayetên jinan, di bûyerên îstismarkirinê, di kuştina heywana, di talankirina xwezayê û di êrîşên li ser kurdan û elewiyan de polîtîkaya bêcezatiyê tê pêkanîn û tê xwestin ev polîtîka bibe polîtîkayeke mayinde.    PEYAMEK DAN KURDAN    Koca, derbarê lêkolînên ku li Wanê kirine de jî got: "Li herêmê hîn jî dewsên trawmayên civakiyî yên ji dema şewitandina gundan, cinayetên kiryar nediyar de hene. Me dît ku li herêmên ji ber şer hatine qedexekirin derfetên karî nemane. Ev rewş tenê ne ji bo Wanê, ji bi tevahiya bajarên herêmê derbasdar e. Polîtîkayeke şidet, zext û zoriyê heye ku tê xwestin wê bikin polîtîkayeke asayî. Bûyera Servet Tûrgût û Osman Şîban bi tena serê xwe peyameke ku di serî de dane kurdan û bi giştî civakê."    CIVAK NIKARE BÊHNÊ BISTÎNE   Koca, destnîşan kir ku ji ber zext û zoriyên heyî civaka nikare bêhnê bistîne û got: "Rojnamevan, parlementer, Dadgeha Qanûna Bingehîn hedef tê girtin. Li Adapazari, Afyon, Samsûn hwd. li dijî karkerên kurd êrîşine nîjadperest pêk hatin. Herî dawî bûyera li Wanê. Bi vê re peyama 'kes ne di ewleyiyê de ye' hat dayîn. Civak nikare bêhnê bistîne. Niha divê em ji bo mafê xwe yê herî sereke û insanî bitêkoşin."    BERTEKÊN HEYÎ KÊM IN    Koca, destnîşan kir ku bertekên li dijî bûyera li Wanê qewimî girîng in, lê belê kêm in û got, hêzên demokrasiyê divê hîn bêtir bertek nîşan bidin. Koca got: "Divê li dijî van bûyerên ji şermezarkirina siyasetê wêdetir bertek bên nîşandan. Ji bo gel mafên xwe bi dest bixin û mîsoger bikin, divê ev yek veguhere hêzeke demokratîk."    ‘DIVÊ DEWLET HESAB BIDE'    Her wiha Koca bal kişand ser girtina rojnamevanên ku bûyer ragihandibûn jî û got: "Tiştên çapemeniya îqtidarê dinivîse cuda ne, lê tiştên diqewimin cuda ne. Ji ehr du welatiyên me yek jê bi awayekî asayî nemir. Rojnamevanên ku berpirsiyariya wan ew e ku rastiyê ragihînin gel, hatin girtin. Niha em bi rastiyeke werê re rû bi rû mane ku êdî em nikarin li welatê xwe behsa azadiya fikr û ramanê û azadiya ji bo çapemeniyê jî bikin. Berpirsiyariya dewletê ew e ku divê bide dû tiştên di dema binçavkirinê de hatine serê welatiyan. Demildest divê rojnamevanên hatine girtin bên berdan û bûyera helîkopterê bê zelalkirin."    PLANA ÇALAKIYEKE HEVPAR    Koca, destnîşan kir ku li welêt faşîzmeke nû tê avakirin û got, wê ev pêvajo ne wekî pêvajoya salên 1990'î be. Koca, bilêv kir ku divê polîtîka û pêkanînên îqtidara AKP-MHP'ê wekî tiştine asayî neyên dîtin û got: "Em dixwazin rojek berî rojekê bûyera helîkopterê ya li Wanê ku di welatî jê hatibûn avêtin bê zelalkirin. Em dizanin li welatê me zemîneke hiqûqî nemaye, lewma ev daxwaza me ancax di çarçoveya têkoşîneke demokratîk a hevpar de pêkan e. Di serdemeke bi vî rengî de divê hêzên demokrasiyê bên cem hev du. Dînamîkên krîzê her diçe kûrtir dibin. Divê pirsgirêk, daxwaza, îtiraz û lêgerîna gel bigihê kirdeyeke polîtîk. Ji bo vê jî divê li dor daxwazine berbiçav pratîkên çalakiyeke hevpar bên avakirin."    MA / Erdogan Alayûmat