Nameyên kurdî ku nadin girtiyan dişînin Enqereyê 2020-10-29 09:45:45 AMED - Yilmaz Şanli ku ji Girtîgeha Tîpa T a Tokatê hat berdan, diyar kir ku girtîgeh, nameyên kurdî yên ji girtiyan re tên şandin, ji bo lêkolînkirinê dişîne Enqereyê û gelek ji wan jî nadin girtiyan.   Li girtîgehên Tirkiyeyê û heremê her ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin. Yilmaz Şanli ku li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Cizîrê bi sucdariya “Alîkarî dayîna rêxistinê” doz lê hatibû vekirin, 3 sal û 4 meh ceza jê re hatibû birîn, piştî ku cezayê wî hat misogerkirin di tebaxa 2018’an de li Tokatê hatibû binçavkirin û girtin. Şanli ku xistin Girtîgeha Tîpa T a Tokatê, piştî 2 sal û nîv di girtîgehê de ma, di 19’ê cotmehê de hat berdan. Şanli, derbarê binpêkirinên girtîgehê yên beriya pandemiyê û di dema pandemiyê de şahidiniya wan kiribû de axivî.   ‘EV DER NE QENDÎL E HÛN Ê ÇOK DEYNIN’   Şanli, diyar kir ku dema ku nû hat girtin li girtîgehê aktîvîteyên sosyal tune bûn û wiha got:  “Dema ez nû hatim girtin aktîvîteyên sosyal ên wek sohbet, spor û atolyeyên din tune bûn. Her tim zextên psîkolojîk hebûn. Di hatin û çûna revîrê de me pirsgirêk dijîn. Ji ber ku bi pergala eskerî çûyîn me qebûl nedikir em nedibirin revîrê. Dema dibirin jî hefteyê carekê ji 21 girtiyan tenê 3 girtiyan dikarî biçin revîrê. Di vê pêvajoya dawî de sewqên nexweşxaneyê qet çênebûn.” Şanli, anî ziman ku gardiyanan bi gotin û nêrînên xwe ew tahrîk dikirin û wiha axivî: “Gardiyanan demekê êrîşî hevalên me jî kirin. Çend hevalên me birin odeya mudur û jê re gotin ‘ev der ne Qendîl e, hûn ê çok deynin’. Gardiyanan hejmara serpiyan li me ferz dikir. Ji ber ku me hejmara ser piyan qebûl nekir, ji hin hevalên me re 4 meh cezayê ragihandinê, ji hin hevalên me yên din re jî 4 meh cezayê hevdîtinê dan.”   NEXWEŞAN SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ NAKIN   Şanli, dazanîn ku di pêvajoya pandemiyê de malzemeyên paqijiyê zêde ne didan wan û wiha berdewam kir: “Ji bîst kesan re lepekî sabûn û hinek hîpo didan. Gotin dezenfektanê jî bi pereyê xwe bikirin. Di vê pêvajoyê de sewqên nexweşxaneyê sekinîn. Hevalên nexweş li gel qebûlkirina karantînayê jî sewqî nexweşxaneyê nekirin. Ji xwe muayene jî bi pirsgirêkin zêde li mirovî nanêrin. Dixwazin dermanekê binivîsin û bişînin. Hevalê Serhat Gullu heye 29 sal in di girtîgehê de ye, pirsgirêka dil heye, çermê wî diweşe nayê tedawî kirin. Dûre pirsgirêkên hin hevalan ên mîdeyî û çavan hebûn. Tenê bi dermanan îdare dikin. Tedawiyeke cidî li girtîgehê tune ye. Beriya pandemiyê dema mirov ji bo mûayeneyê dibirin nexweşxaneyê jî muayeneya bi kelepçe ferz dikirin. Ji ber wê gelek heval mûayene nedibûn û dizivirîn.”   ‘JI BO KU MIROV NEMIRE XWARIN ÇEDIKIN’   Şanli destnîşan kir ku ji ber xwarin bi komî derdiket nedihat xwarin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku mirov li wir nemire xwarin çêdikirin, wekî din xwarin nedihat xwarin. Li qantînê jî ji ber bihabûnê me nedikarî her tiştî bistînin. Li gor derve pir biha bûn. Dixwazin aboriya xwe li ser milê girtiyan baş bikin.”   ‘NAVÊ KURD Û KURDISTANÊ QEDEXE BÛ’   Şanli, bilêv kir ku rojnameya Yenî Yaşam û Evrenselê ne didan wan û wiha domand: “Pirtûk bi hejmar didan me. Serê mirovî 5 pirtûk didan. Carna hin pirtûkên ji me re dihatin jî paşve dişandin. Dema navê kurd an jî Kurdistanê di pirtûkê da hebûna digotin qedexeye û nedidan. Pirsgirêka pirtûkan hebû. Ji xwe di lêgerînên odeyan de pirtûkên heyî jî carna dibirin. Zextên psîkolojîk dimeşandin, digotin ‘em li vir xwedî hêz in.’ Hinek ekîbên gardiyanan hebûn mirov tahrîk digirin û ji bo êrîş bikin li hincetan digeriyan. Ji destê wan hatibûya wê me di kevciyekê avê de bifetisendibûna.”   ‘NAMEYÊN NAVXWEYÎ DI 50 ROJAN DE DIHATIN’   Şanli, diyar kir ku nameyên kurdî ji bo lêkolînkirinê dişandin Enqereyê ew jî di 2-3 mehan de li wan dizivirîn û wiha lê zêdekir: “Nameyên kurdî piştî lêkolînkirinê di 2-3 mehan de li me dizivirîn. Ew jî ji 10 nameyan yek didan me. Nameyên navxweyî carna di 45-50 rojan de dihatin. Di navbera odeyan de tenê 2 qorîdor hene. Nameyên ku min ji malbata xwe re jî dişandin di 2 mehan de digihiştin destê wan. Ji xwe di pêvajoya pandemiyê de du hefteya carekê nameyan didin.”   Girtîgeha Tîpa T a Tokatê derbarê îdîayên Şanli de diyar kirin ku bi riya telefonê nikarin agahiya bidin, ji bo agahî girtinê divê serî li Dozgeriya Girtîgehê were dayîn.   MA / Fahrettîn Kiliç