Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin 2020-10-29 11:51:04   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîp F a Ewlehiya Bilind girtî ye Raziye Tûrgût, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo sibê bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji parêzerên Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica, di mehên Gulanê, Hezîranê û Tebaxa 2019’an de li gel miwekîlê xwe 5 caran hevdîtin pêk anîbûn. Parêzseran herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, hevdîtin kiribûn.    Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, herî dawî di 23'yê îlonê de bi hinceta “Nexşerêya” Ocalan a ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) re şandibû, heya 6 mehan hevdîtina parêzeran qedexe kiribû.