Bi daxwaza 20 sal ceza doz li rojnameger Yalçin hat vekirin 2020-10-29 12:09:31   AMED – Derbarê rojnameger Nûrcan Yalçin de, bi hinceta endamtiya Komeleya Jinan a Rosayê, bi daxwaza heta 20 salan  ceza doz hat vekirin.    Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve li dijî Komeleya Jinan a Rosayê tê meşandin de derbarê rojnameger Nûrcan Yalçin de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” , “propagandaya rêxistinê” dozname hat amadekirin. Dozger, ji ber endamtiya Komeleya Rosayê ya Jinan û daxuyaniyên şahidê nepen ceza ji Yalçin re xwest.    ANGAŞTÊN ŞAHIDÊ NEPEN    Di doznameyê de cih ji angaştên şahidê nepen ê bi navê veşarî yê ZS35SN58UV52PG10 re yên derbarê Yalçin de hatiye veqetandin. Şahid nepen, gotiye ku zane Yalçin rojnameger e û angaşt kiriye ku di Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Jinan a Rosayê de ji bo armancên rêxistinê dixebite. Dîsa gotiye ku çapameniyê de propagandaya rêxistinê dike.    BERSIVA YALÇIN   Di doznameyê de cih ji bersiva Yalçin a ji van angaştan re jî hatiye veqetandin. Yalçin, van angaştên şahidên nepen ên li xwe qebûl nake. Li gel ku Yalçin li Jinnewsê nexebitiye jî hatiye angaştkirin ku agahiyên qeydên Yalçin ên SGK’a jinnewsê hene.    CEZAYÊ HATIYE XWESTIN   Di doznameyê de bi hinceta delîl, daxuyaniyên şahidê nepen, endamtiya Komeleya Jinan a Rosayê, parvekirinên li ser medya civakî re bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” ji Yalçin re ji 15 salan heta 20 salan ceza hatiye xwestin.