Li bendêye Hevserokên HDP’î sibe derxin edliyê 2020-10-29 14:36:04   AMED - Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Bajêr û Rêxistina Navçeya Yenîşehîrê yên di serdegirtina avahiyan de hatibûn binçavkirin û 8 rojin li ewlekariyê tên girtin, li bendêye sibe sewqî edliyê bên kirin.    Hevserokên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik û Hevserokên Navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizici û Kasim Kaya yên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêve bir de, di serdegirtinên avahiyên partiyan ên di 22’yê Cotmehê de hatibûn binçavkirin, 8 rojin li Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan tên girtin.    Hevserok û 4 kesên di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin, ji bo 4 rojên din dema binçavkirina wan bê dirêjkirin di 26’ê Cotmehê de sewqî Edliya Amedê hatibûn kirin. Piştî ku Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Nobedar biryara dirêjkirina binçavkirinê li rûyê wan xwend, cardin paşve birin Miduriyeta Polîsan.     2 KES HATIN BERDAN   Ciwanên bi navê Abdulbarî Ablay û Serhat Keklîk ên di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin duh bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.    Li bendêye ku sibe hevserokan sewqî edliyê bikin.