Hejmara kesên bi Covîd-19'ê ketine bû 370 hezar û 832 2020-10-29 19:51:21     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 72 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 319 kesên din jî bi şewbê ketin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 72 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 319 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 10 hezar û 99 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 370 hezar û 832.