Hevserokê HDP'î Avci ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê bang li her kesî kir 2020-10-30 09:11:18 STENBOL - Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Avci, anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser hemû hêzên demokrasiyê tê pêkanîn û got, demokrasî ancax bi têkoşîna hemû derdorên civakiyî ya li dijî tecrîdê pêkan e.  Tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan giran dibe. Herî dawî di 23'yê Îlonê de hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re heya 6 mehan hat qedexekirin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Erdal Avci tecrîda li Îmraliyê nirxand.    NEÇARESERÎ TÊ FERZKIRIN    Avci, diyar kir ku Ocalan her tim li dijî feraseta netew-dewletê ya ku civakan ji hev cihê dike li çareseriyê digere û got: "Her çar dewlet û pergalên navdeletî ku sedema sereke ya pirsgirêkê ne, van pêşniyaran wekî dawîlêanîan serdestiya wxe dibînin. Ji bo fikrên Ocalan û ji bo Ocalan bi awatekî fizîkî daxilî nav pêvajoyê nebe, li Îmraliyê polîtîkayeke tecrîdî ya sîstematîk û mûtleq xistine dewrê. Bi polîtîkaya tecrîdê ya mutleq pêşî li ber çareserkirina pirsgirêkan tê girtin. Her wiha bi vê tecrîda mutleq fikrên Birêz Ocalan jî tên dorpêçkirin."    ‘MUXATAB OCALAN E'    Avci, ji bo bandora tecrîdê ya li ser muxalefeta civakiyî jî bal kişand ser "pêvajoya çareseriyê ya demokratîk" û got, di vê pêvajoyê de hem di warê jiyana civakiyî hem jî di warê siyasetê de rihetiyeke pir mezin çêbûbû. Avci, bibîr xist ku piştî pêvajo bi dawî bûye cardin mirov mirine û got: "Girêdayî vê rêyên siyaseta demokratîk jî hatin girtin. Ev jî bû sedema krîza aborî û aloziyê. Muxatabê esil ê pirsgirêka kurd Birêz Ocalan e. Tu çareseriyeke bêyî Birêz Ocalan ne mimkun e. Heya muxatabê çareseriyê esas neyê girtin, wê lêgerînên ji bo demokrasiyê jî ne lêgerînine rasteqîn bin."    PEYAMA JI BO MUXALEFETA CIVAKIYΠ   Avci, destnîşan kir ku ji zû de ye ku hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re hatiye qedexekirin û got, AKP bi vê qedexeyê re peyama "Ez ê cardin venegerim pêvajoya çareseriyê. Ez ê careke din maseyê daneynim" dide muxalefeta civakiyî. Avci got: "Her wiha bi vî awayî bersiv day AKPM û CPT'yê jî."    ‘TEKANE ŞANS ŞIKÊNANDINA TECRÎDÊ YE'    Avci, bal kişand ser kampanyayên li seranserê cîhanê ji bo azadiya Ocalan hatine destpêkirin jî û got: "Li hawireke ku bi milyonan kes dixwazin tecrîd bê rakirin, dewletên bi demokrasiyê tên birêvebirin bi samîmî bi mijarê re eleqedar dibin û ji bo çareserkirina prisgirêkê dikevin nava hin lêgerînan. Lê li Tirkiyeyê bereksê vî tiştî çêdibe. Her cara ku ev mijar dikeve rojevê, zext û zoriyên li ser saziyên demokratîk jî zêde dibin. Ev nêzîkatî pirsgirêkê kûrtir dike. Partiay me jî ji bo vê hin çalakî li dar xistin. Wê çalakiyên me dewam bikin. Ji xeynî şikandina tecrîdê wekî din tu şansekî me tune ye. Devjêberdana ji vê yekê, wê bike ku şer heta hetayê bidome. Divê tu kes ji bo tecrîdê xwe li nedîtinê û nebihîstinê daneyne. Li dijî tecrîdê daketina kuçeyan a bi milyonan kesî, pir watedar e. Ne mimkun e ku karibin bi milyonan mirovî bikujin. Nexwe, tişta herî baş ew e ku ev pirsgirêk bi awayekî bîrbir bê çareserkirin."    'ÇI BIKEVE SER MILÊ ME EM Ê BIKIN'    Avci, destnîşan kir ku tiştên Ocalan tespît dike tebê kurdan eleqedar nake û got: "Aştî ne bi şer bi rêbazên demokratîk pêkan e; lewma divê sazî, komele, sendîka, rewşenbîr û tevahiya gelên li Tirkiyeyê daxwaz bikin ku pirsgirêk lis er vî esasî bê çareserkirin. Bi milyonan mirov, wekî niha wê sibê jî mecbûr bin li cem hev binç Em HDP, di vî warî de çi bikeve ser milê me em ê bikin. Em ê serî li hermû rê û rêbazên demokratîk bidin. Ji bo tecrîd têkeve rojeva hikûmetê, têkeve rojeva muxalefeta Tirkiyeyê û ji bo biqede çi hewce me divê em bikin. Lewma banga me ji bo hemû welatiyan e; tekane rêya rawestandina xwînê xwedîderketina li nirxên demokratîk e."    MA / Erdogan Alayûmat