Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 47'an de ye 2020-10-30 09:14:56 WAN - Li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê greva birçîbûnê ya li dijî pêkanînên Rewşa Awarte di roja 47'an de ye. Xizmên malbatan bang kirin ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.  Li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê, di 14 Îlonê de greva birçîbûnê ya dorveger dest pê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 47'an de ye. Her carê 6-7 girtî çalakiyê dewr digirin û piştî 10 rojan dewrî komeke dinê dikin. Girtî li dijî pêkanînên Rewşa Awarte yên li girtîgehan în jî didomin çalakî dane destpêkirin; ji ber binpêkirinên mafan, tecrîd, têlên li ser hewadariyê, lêgerînên kêfî yên di dema hevdîtinan de, desteserkirina radyoyayan, kêmbûna dema hewadariyê ya girtiyên cezaê muebeta giran li wan hatiye birîn, li heman korîdorê girtiyên ji sûcên din...   Malbatên girtiyan xwestin daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.    ‘DEST JI VÊ ZILMÊ BERDIN'    Hatîce Asşkan, dayika Devrîm Aşkan ê ku di meha Gulanê de hat girtin, diyar kir ku piştî şewba Covîd-19'ê li girtîgehê binpêkirina mafan zêde bûye. Dayik Aşkan, ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehê got "zilm" e. Aşkan got: "Em dixwazin ev zilm biqede. Şert û mercên girtîgehê xirab in. 20 kes di qawîşekê de dimînin. xwarinê kêm didin wan. Ava wan dibirin. 3 tiyên min jî di girtîgehê de ne. Li girtîgehên wan jî heman tişt hene. Bil dest ji îşkenceyê berdin. Zilma li girtiyan tê kirin, li me jî tê kirin."    Rûken Orhan ku hevjînê wê Îzbat Orhan girtiye û 9 sal ceza lê hatiye birîn jî, anî ziman ku hevjînê wê nexweş e û divê tim tedawî bibe. Orhan, destnîşan kir ku ji ber ku emeliyata ku divê hevjînê wê bibe emeliyetaeke xetere ye, qebûl nekiriye ûg ot: "Hevjînê min nexweş bû, lê dîsa jî wî girtin. Telefonî min kir û got, ketiye greva birçîbûnê. Got, şert û mercên girtîgehê baş nebûne û wê vê yekê qebûl nekin. Nexasim jî di warê xwarinê de bi prisgirêkan re rû bi rû dimînin. Tiştên kantînê jî pir biha ne. Heya şert û merc baş nebin wê çalakiya wan dewam bike. Tenê doza heqê xwe dikin. Ji ber ku girtiyên siyasî ne, mafên wan tên binpêkirin. Em dixwazin daxwazên wan bên qebûlkirin."    MA / Dîndar Karataş