Wê xetereya mirinê ya tenduristkaran zêde bibe 2020-10-31 09:08:44 AMED - Wezareta Tenduristiyê destûra xebatkarên tenduristiyê betal kiribû. Hevserokê Şaxa SES'ê Şiyar Guldîken, bertek nîşanî vê yekê da û got, ev biryar tê wateya ku wê hîn bêtir xebatkarên tenduristiyê bimirin.  Li Tirkiyeyê ji 11'ê Adara 2020'an heya niha zêdetirî 10 hezar kes ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane û her diçe hejmara pêkatiyan jî zêde dibe. Herî dawî Wezareta Tenduristiyê ji ber hejmara nexweşên giran zêde dibe destûr û îstifayên tenduristkaran betal kir.     Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakiyê (SES) Şiyar Guldîken, bertek nîşanî vê biryarê da û got, wê ev biryar xetereya mirinê ya tenduristkaran zêdetir bike. Guldîken, bilêv kir ku ji roja ku pandemî dest pê kiriye heya niha kedkarên tenduristiyê bênavber dixebitin û got, vehesandin heqê tenduristkaran e jî ku bi şev û biroj dixebitin.    TENDURISTKARÊN BI ŞEWBÊ KETINE    Guldîken, bal kişand ser tenduristkarên ku li Amedê bi şewbê ketine û got: "Ji roja pandemî dest pê kiriye heya niha, hejmara tenduristkarên enfekte bûne li dor hezar û 50'yî ye. Beriya 1'ê Hezîranê li Amedê hejmara tenduristkarên enfektebûyî tenê 95 bû, lê niha 10 qat zêde bûye. Her wiha bi qasî agahiyên bi dest me ketine, hejmara tenduristkarên ku cara dudoyan enfekte bûne jî 4 e. Heger werê dewam bike, wê hejmara tenduristkarên ku cara dudoyan enfek bibin zêde bibe. Û em baş dizanin ku gava vîrûs bi kes dikesan dikeve hêza vîralî zêde dibe. Îjara gava cara dudoyan an jî sisêyan pê bike xetereya mirinê jî zêde dibe."    'TENDURISTKARÊN NÛ BIGIRIN'   Guldîken, bilêv kir ku ji dêvla ku barê tenduristkarên heyî bê girankirin divê yên nû bên girtin û got: "Bi hezaran, bi deh hezaran tenduristkarên hatine îxrackirin hene. Demildest divê ev dest bi kar bikin. Wê bi vî awayî tenduristkarên ku 8 meh in dixebitin jî rihet bibin. Ya tê kirin nayê qebûlkirin. Li Tirkiyeyê li tu saziyeke tenduristiyê şert û mercên xebatê yên tenduristkaran nemaye. Heger wiha dewam bike, ligevkombûna civaka muxalif bivê nevê ye."