Bîlanço zêde dibe: Hejmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê derketin 24’an 2020-10-31 09:42:26 ÎZMÎR –  Di erheja bi pîleya 6.6 a Îzmîrê de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 24’an. Ji duh ve 341 erdhejên paşhatî li bajar pêk hatin. Bîlançoya erdheja Îzmîrê giran dibe. Serokatiya Rêveberiya Lezgîn û Karesatê (AFAD) ya Wezareta Karên Hundir derbarê erdhejê de daxuyaniyek da û ragihand ku hejmara qurbaniyên erdhejê derketiye 24’an.    Li gorî agahiyên ku ji Navenda Koordînasyona Karesatê ya Tenduristiyê (SAKOM) hatin wergirtin; welatiyên ji ber mayîna di bin kavilê de û fetişine jiyana xwe ji dest dane.    Li Îzmîrê 743, li Manîsayê 5, li Balikesîrê 2, li Aydinê jî 54 kes bi giştî 804 kes birîndar bûne.   Li Aliyê din AFAD’ê ragihand ku ji duh ve 341 erdhejên paşhatî li bajar pêk hatine.