Rewşenbirên Êzidî: Bi peymana Şengalê dixwazin komkujiyê berdewam bikin 2020-10-31 09:44:04 STENBOL - Rewşenbir û nivîskarên Êzidî, bal kişandin ser peymana Şengalê ku vîna gelê Êzidî tune dihesibîne û diyar kirin ku ev peyman li ser daxwaza Tirkiye pêk hatiye. Rewşenbiran wiha gotin: "Bi vê peymanê dixwazin komkujiya ku DAIŞ'ê li Şengalê pêk anî, berdewam bikin. Dixwazin Şengalê bê Êzidî bihêlin."  Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Hikûmeta Iraqê di 9'ê Cotmehê de li ser rewşa Şengalê peymanek îmze kir. Lê bêyî nerîn û daxwazên gelê Êzidîyên şengalê guhdar bikin û esas bigirin peyman îmze kirin. Bertek û nerazibûnên li dijî peymanê didomin. 511 rewşenbir, nivîskar û pêşengên Êzidî, di 25'ê Cotmehê de deklarasyonek weşandin û bertekên xwe yên li dijî peymanê anîn ziman. Nivîskar û rewşenbiran, diyar kirin ku ev peyman nayê qebûlkirin û dê li dijî vê yekê têkoşîna xwe berdewam bikin. Bertek û nerazibûnên li dijî peymanê didomin. Ji helbestvan, nivîskar û rewşenbirên ku îmze avêtin bin deklerasyonê Xebat Şakir, Rojnameger Osman Şahin, Nivîskar Îbrahim Osman û Dîroknas Loqman Bariş nerazibûnên xwe anîn ziman.    DIXWAZIN KOMKUJIYÊ BIDOMÎNIN   Helbetvan û nivîskarê Êzidî Xebat Şakir, destnîşan kir ku armanca vê peymanê komkujiya Êzidîyan berdewam bikin û wiha got: "Em vê peymanê nas nakin. Bi vê peymanê vîna Êzidîyan tune hesibandin. Dê bi vê peymanê DAIŞ komkujiya li dijî Êzidîyan dewam bike. Ev peyman li ser hebûn û vîna gelê Şengalê talukeyek pir mezin e. Di vê peymanê de rola Tirkiye gelek mezin e. Li ku vîna kurd û hêza demokratîk û azad hebe, Tirkiye êrîş dike. Tirkiye bi rêya PDK'ê hewl dide vê plana xwe pêk bîne. Dewleta Tirk wekî eskerên hêzên global tev digere. Şerê li herêmê dê bibe sedema windakirinê."    BI 9'ê COTMEHÊ PEYAM DAN    Şakîr bal kişand ser roja îmzekirina peymanê ya 9'ê Cotmehê û wiha lê zêde kir: "Di 9'ê Cotmehê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî ji Sûriyeyê derxistin. Di heman dîrokê de Tirkiyeyê li dijî Serêkanîyê û Grê Spî operasyon pêk anîn û axa wan dagir kir. Dîroka îmzekirina peymanê jî di heman rojê de ye û ev ne tesadifî ye. Hin hêzên Kurd jî dibin amûrê vê yekê. Tu qezenca Kurdan di qetilkirina Êzidîyan de tune ye. Kurdistan baxçe ye. Êzidî jî gula vî baxçeyî ne. Bi qetilkirina Êzidîtiyê dê bingeha Kurdatiyê jî tune bibe. Îro Ezidî bên qetilkirin dê sibê hemû gelê Bakur bên qetilkirin. Divê em bibin yek. Divê em vê firseta yekîtiyê bernedin."     EM DESTÛR NADIN   Şakir, destnîşan kir ku wan bi vê deklarasyonê aşkere kir ku peymana vîna Êzidîyan têde tune qebûl nakinû wiha lê zêde kir: "Em civaka Êzidî xwe nas dikin. Em xwedî vîn û hêz in. Em destûr nadin vê peymanê û destûr nadin ku kesên din me bi rêve bibin. Piştî hezar salan Ji Şêx Adî heta niha yekem car civaka êzidî wisa xwe bi rêxistin kiriye û bûye xwedî hêz. Divê vîna Êzidîyan esas bê girtin. Armanca me aştî û diyalog e."     Rojnamegerê Êzidî Osman Şahîn jî anî ziman ku bi vê peymanê dixwazin di nava civaka Êzidî de nakokiyan zêde bikin û wiha got: "Bi vê peymanê dixwazin rê li pêş ji nûve avakirina Şengalê bigirin. Dixwazin di nava civaka Êzidî de nakokiyan zêde bikin û perçe bikin. Ji bo hesabê komkujiya Êzidîyan a sala 2014'an ji Hewlê û Bexdeyê neyê pirsîn ev peyman îmze kirin. Êzidîyan ji komkujiya 2014’an ders derxist. Civaka Êzidî êdî dizanin ku pêşerojek çawa û çi dixwazin. Dikarin xwe biparêzin û dizanin êdî li ser axa xwe bijîn. Em amade ne ku li dijî vê peymanê têbikoşin."    PDK LI SER ÊZIDÎYAN LÎSTIKÊN QIRÊJ DILÎZE   Nivîskarê Êzidî Îbrahim Osman jî peymana di navbera Hewlêr û Bexdeyê de pêk hatiye di esasê xwe de di navbera li ser daxwaza Tirkiye ev peyman pêk hatiye û wiha got: "PDK li ser civaka Êzidîyan lîstikên qirêj dilîze. Heta birînên komkujiya 2014'an neyê dermankirin, nayê qebûlkirin ku PDK têkeve nava lîstikên qirêj. PDK li ser daxwazên Tirkiyeyê tev digere. Êzidîyan ev peyman erê nekir û erê nakin. PDK'ê komkujiyek mezin kir. Ew neparastin. Divê her kes li dijî vê peymanê bertekên xurt nîşan bidin. Ev peyman ne li gorî berjewendiyên Êzidîyan e. Ev li dijî Êzidîyan e. Ewil xwestin bi rêya Pêşmereyên Roj  têkevin Şengalê.  Li Almanyayê hin Êzidî û Kasım Şeşo, Kasımê Simêr, Loqman Qulî, Mervan İlyas  Beder, Şêz Elo, Şêz Şamo xistin nava tevgerê û xwestin Êzidî şerê hev bikin. Dixwazin Êzidyan bi hev bidin şerkirin."      ARMANC ŞENGALÊ BELAV BIKIN   Dîroknas û rojnamegerê Êzidî Loqman Bariş jî anî ziman ku bi vê peymana îmze kirin, xwestin darbeyekê li yekîtiya Kurdan bixin û wiha got: "Divê li dijî vê peymanê em bêtir bibin yek û bêtir bi hevre dengê xwe bilind bikin. Ev pejyam ji bo Êzidiyan fermanek nû ye. Li gorî Destûra Bingehîn a Irakê ya xala 140’an ev herêm tê nasîn. Li vir pêdivî bi referandumê heye. Bi vê peymanê dixwazin komkujiya sala 2014’an dubare bikin.  Dîsa bi vê peymanê dixwazin Şengalê bê Êzidî bihêlin.    MA / İdrîs Sayilgan