Li Erdîşê xebatkarekê PTT’ê întîhar kir 2020-10-31 13:25:35   WAN - Hat îdîakirin ku li Erdîşê, xebatkarekê PTT’ê Emrah Akşît întîhar kir.   Hat îdîakirin ku li Taxa Adnan Menderes a girêdayî navçeya Erdîşê ya Wanê, xebatkarê PTT û bavê 2 zarokan Emrah Akşît ê 34 salî, duh bi şev li mala xwe întîhar kir. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer, cenzayê Akşît bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê. Hat diyar kirin ku Akşît ji ber zextên deynê selefxuriyê întîhar kiriye.    DI ROJEKÊ DE 2 BÛYERÊN ÎNTÎHARÊ   Duh li Taxa Şerefiyê ya girêdayî navçeya Rêya Armûşê ya Wanê jî, ciwanê 26 salî Adnan Oktay li mala xwe întîhar kiribû û jiyana xwe ji dest da bû.