Pêveka jinê ya Yenî yaşamê sibê dertê 2020-10-31 13:34:54   NAVENDA NÛÇEYAN –  Rojnameya Yenî Yaşamê dê ji sibê şûnde ji 15 rojan carekê pêveka jinê jî biweşîne. Hejmara yekemîn bi berga mijara “zilamtî” dertê.    Rojnameya Yenî Yaşamê ji sibê şûnde pêveka jinê biweşîne. Pêveka jinê wê ji 15 rojan carekê bê amadekirin û li ser malpera rojnameyê bê weşandin. Di pêveka yekemîn de dê nivîsên van nivîskaran cih bigirin:Prof. Dr. Ozlem Cankûrtaran, Fîgen Aras, Çîgdem Ozturk, Zeynep Altinkaynak, Hulya Osmanagaoglû, Nebîle Irmak Çetîn, Ayşe Duzkan, Heval Arslan û Aysel Tabak.   Li aliyê din wê nivîsên pêveke karibin li ser hesabê @YeniYasamKadin Twitterê jî bên şopandin.