'Rîska girtî qeyrana dil derbas bike pir zêde ye, serbest berdin' 2020-10-31 13:35:18   ENQERE - Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Metîn Gonulşen û wiha got: "Gonulşen di sala 2008'an de ameliyata By-Pas bûye. Niha nexweş û girtî ye. Rîska ku Gonulşen qeyrana dil derbas bike pir zêde ye. Divê Gonulşen ê nexweş bê berdan."    Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 321’an de çalakiya xwe ya hefteyî berdewam kirin. Înîsiyatifê li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di civînê de Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen, bal kişand ser rewya girtiyên nexweş û wiha got: "Mafê jiyanê di berpirsiyariya dewletê de ye. Divê dewlet mafê jiyanê yê mirovan biparêze. Lê mixabin rewşa girtiyên nexweş nayê dîtin. Mafê girtiyan ên tên binpêkirin nayê dîtin. Tuntî û zexta li ser girtiyan nayê dîtin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û nayên berdan."    Çevîrmen, anî ziman ku pirsgirêkên li girtîgehan û girtiyan di heman demê de pirsgirêkê civakê ye jî û bal kişand ser rewşa Metîn Gonulşen ê li Girtîgeha Tîpa L-2 a Turkoglu ya Mereşê. Çevîrmen, da zanîn ku Gonulşen di sala 2008'an de li girtîgehê ameliyeta by-pas a dil bûye û wiha got: "Ji ber vê rewşê îhtimal û rîska ku Gonulşen qeydana dil derbas bike pir zêde ye. Ji ber vê yekê jiyana wî jî di rîskê de ye. Li gel qeyrana dil nexweşiyên din jî hene. Damarên mejiyê wî xetimîne. Girêdayî van damaran piyê wî yê rast û çepê ji sedî 35 felç bûne. Beriya bê girtin ji ber neşweyiyê dihat dermankirin. Lê piştî hat girtin dermankirina wî qut bû. Niha jiyana wî di rîskê de ye.  Divê girtiyê nexweş Gonulşen û girtiyên din demek beriya demekê serbest bên berdan."