Ji HDP'ê banga qebûlkirina daxwazên girtiyan 2020-10-31 15:34:25   WAN –  Rêxistina HDP’ê ya Wanê, derbarê rewşa girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê ji ber binpêkirinên mafên xwe di greva birçîbûnê de ne de bang kir ku daxwazên girtiyên bên qebûlkirin.    Rêxistina HDP’ê ya Wanê, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Tûşbayê, derbarê rewşa girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê ji ber binpêkirinên mafên xwe ji 14’ê îlonê ve bi awayekî dorveger di greva birçîbûnê de ne de daxuyanî da. Polisan bi hinceta qedexeya çalakiyan a Walîtiya Wanê destûr nedan ku daxuyanî li ber avahiya HDP’ê bê dayîn, ji ber vê yekê daxuyanî li hundirê avahiyê hat dayîn.    Li avahiyê daxuyanî ji hêla Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Tûşbayê Edîbe Babûr ve hat dayîn. Babûr, destnîşan kir ku binpêkirinên mafan li girtîgehê zêde dibin û wiha got: “Divê şertên peymanên navneteweyî ku Tirkiye qebûl kiriye li ber çav bên girtin û daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û binpêkirinên mafan li girtîgehê bên bidawîkirin.”