Hêjmara qurbaniyên erdheja Îzmirê derket 43’yan. 2020-11-01 08:43:08   NAVENDA NÛÇEYAN -  Rayedarên AFAD'ê têkildarî erdheja li Îzmirê rû da daneyên dawî parve kir û aşkere kir ku hêjmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihişt 43'yan.    Di 30'ê Cotmehê de li Îzmirê erdheja hêza wê 6.6 pêl pêk hat. Di erdhejê de zêdeyî 20 avahî hilweşiyan û bi sedan avahî jî zerarek mezin dîtin. Hêjmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane zêde dibe. Rayedarên AFAD'ê têkildarî erdheja li Îzmirê rû da daneyên dawî parve kir û aşkere kir ku hêjmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihişt 43'yan. Rayedarên AFAD'ê anî ziman ku 896 kes birîndar bûne û 229 kesên birîndar bûne jî hêj têne dermankirin. Rayedaran destn3îşan kir ku li 9 avahiyên ku xera bûne jî lêgerîna mirovan didome.