Dozger der barê Rojnamevan Boltan de îdianame amade kir 2020-11-01 09:05:43   AMED – Dozger der barê Rojnamevan Hakki Boltan de îdeaname amade kir. Dozger, du daxuyaniyên çapemeniyê yên ku Boltan tevli wan bûne û parvekirinên wî yên medyaya sosyal sûc hesibandin û KCD jî wekî saziyeke îllegal nîşan da.    Di 30'yê Îlonê de li Amedê polîsan bi hinceta tevli çalakiyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûne avêtibûn ser gelek malan û 14 kes binçav kiribûn. Yek ji van kesan jî rojnamevan Hakki Boltan bû. Dozger der barê Boltan de îdeaname amade kir û Dadgeha Cezayê Giran a 10'an a Amedê jî îdianame qebûl kir. Dozger Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) wekî saziyeke îllegal nîşan da û îdea kir KCD bi telîmata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin û "Meclîsa Damerîner a Kurdistanê" ye. Di îdianameyê de delegetiya Boltan a KCD'ê, beşdarbûna wî ya du daxuyaniyên çapemeniyê û parvekirinên wî yên medyaya sosyal sûc hatine hesibandin. Her wiha di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku piştî agahiyên hatine berhevkirin hatiye fêmkirin ku Boltan rojnamevan e.    CEZA   Di îdianameyê de ji bo Boltan hatiye gotin ku di çarçoveya xebatên KCD'ê de tevlî çalakiyên rêxistinê bûye û li gor delîlên derbarê wî de hatine berhvekirin hatiye fêmkirin ku endamê rêxistinê ye. Di îdianameyê de hatiye xwestin ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ji 7 sal û nîvan heya 15 salan ceza li Boltan bê birîn.    ANIŞÎNA EWIL    Danişîna ewil a dozê dê di 24'ê Sibata 2021'ê de li Dadgeha Cezayê Giran a 10'an a Amedê bê lidarxistin.