DBP: Şoreşa jinê bû hêviya cîhanê 2020-11-01 11:33:52   AMED - Navenda Giştî ya DBP'ê bi minasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî da û diyar kir ku berxwedana herî bi hêz a li dijî mêtîngeriyê li ser axa Mezopotamya pêş ket û şoreşa jinê ya li Kobanê bû hêviya gelên cîhanê.    Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratik (DBP), bi minasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Navenda Giştî ya DBP'ê, diyar kir ku berxwedana herî bi hêz a li dijî mêtîngeriyê li ser axa Mezopotamya pêş ket û şoreşa jinê ya li Kobanê bû hêviya gelên cîhanê. Erdnîgariya Rojhilata Navîn û Mezopotamya, yekem cihên ku şaristanî lê ava bûye ye. Ji ber vê yekê komkujî û şer jî herî zêde li ser vê axê pêş dikeve. Hêzên Mêtînger li ser axa Mezopotamya bêtir zalim dibin û li dijî mazlumên berxwedêr komkujiyan dikin. Li dijî hêzên mêtînger berxwedana herî bêhempa dîsa li ser axa Mezopotamya pêş dikeve."    Navenda DBP'ê anî ziman ku di salên dawî de komkujiya herî mezin li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş dikeve û wiha bi dawî kir: "Di sala 2012'an de gelên Kurt, Arap, Suryanî u Tirkmen jî di navde gelek netew li hev kom bûn û xweseriya xwe ava kirin. Gelên li hev kom bûn û rêveberiya xweser ava kirin, bi bawerî, ziman, nasnameyên cuda bi hevre di nava wekhevî, demokrasî û azadiyê de jiyan û modelek nû ya mînak ava kirin. Di vê pêvajoyê de DAIŞ'a ku li dijî mirovahî, xweza û çandê bû dijmin di sala 2014'an de êrîşî Kobanê kirin û xwestin mirovahiyê li vir bifetisînin. Lê li dijî êrîşa DAIŞ'ê têkoşîna gelan a hevpar pêş ket. Di pêşengiya Arin Mirxanlar, Paramaz Kizilbaşan de berxwedan pêş ket eniya hevpar a gelan ava kir. Li vir şoreşa jinê pêş ket û şoreşa jinê ya li Kobanê pêş ket bû heviya gelên cîhanê."