Pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket 2020-11-01 12:22:11   NAVENDA NÛÇEYAN –  Rojnameya Yenî Yaşamê, pêveka jinê jî ku her ji 15 rojan carekê biweşîne çap kir. Hejmara yekemîn bi berga mijara “zilamtî” û manşeta "Yek ji avakirinên civakê zilamtî: Ev pergala wiha hatiye avakirin wiha nadome" derket.     Rojnameya Yenî Yaşamê, pêveka jinê ya ji 15 rojan carekê bê amadekirin, li ser malpera rojnameyê dest bi weşanê kir. Di pêveka yekemîn de nivîsên nivîskar Prof. Dr. Ozlem Cankûrtaran, Fîgen Aras, Çîgdem Ozturk, Zeynep Altinkaynak, Hulya Osmanagaoglû, Nebîle Irmak Çetîn, Ayşe Duzkan, Heval Arslan û Aysel Tabak cih girtin. Pêvek bi berga mijara “zilamtî” û manşeta "Yek ji avakirinên civakê zilamtî: Ev pergala wiha hatiye avakirin wiha nadome" derket.  Xwîner dikarin pêvekê ji lînka bixwînin.    Dîsa dikarin nivîsên pêveke li ser hesabê @YeniYasamKadin Twitterê bişopînin.