Biraziyê Derelî yê eskeran kuşt: Li ser hev apê min gulebaran kirin 2020-11-01 21:03:21 COLEMÊRG – Biraziyê Şeralî Derelî yê li Bajêrganê qetilkirin û di dîmenên piştre hat kişandin de diaxive, wiha dibêje: “Li ser hev apê min gulebaran kirin. Sibe ne du sibe wê bêjin, di destê wî de teqemeniya C-4 hebû. Lê apê min zilamekê 60 saliye û tu sûcekê wî tuneye.”     Eskeran li Gundê Awyanê yê girêdayî Bajaroka Bajêrgan a navçeya Gevera Colemêrgê, di 29'ê Cotmehê de welatî Şerali Dereli (61) 50 metre nêzî goma wî ya sewalan kuştin. Dîmenên piştî bûyerê hatibûn kişandin derketin holê. Di dîmen de, cenazeyê Şeralî Derelî li erdê ye û bi kamuflajên eskerî ser hatiye girtin. Dîsa esker li dora wî kom bûne û bi çekên lûledirêj nobeta wî digirin.   ‘LI SER HEV GULE BERDANÊ’   Welatiyekê ku di dîmen de diaxive û wisan tê fêm kirin ku biraziyê Derelî ye, wiha di axive: “Kesê niha li erdê dirêjkiriye apê mine. Apê min 20-30 metre jorê gund (ronahiyên gund nîşan dide), li ser hev gulebaran kirin. Sibe ne du sibe wê bêjin, di destê wî de teqemeniya C-4 hebû. Lê apê min zilamekê 60 saliye û tu sûcekê wî tuneye.”   Heman welatiyê di vîdeoyê de, di dema ku diçin cenaze bigirin, esker gule û bombeyên gazê davêjin wan de, dibêje: “Vaye, dewleta ku jêre dibêjin Tirkiye eve” û apê xwe yê li erdê cardin nîşan dike. Di vîdeoyê de, gelek eskerên bi çek xuya dikin û dengên qîrîniya xizmên Derelî tên bihîstin.