Di Avahiyên War ên Civakî de ‘qezenca bêmaf’ 2020-11-02 09:07:00 WAN - Welatiyên di Avahiyên War ên Civakî yên Wanê de dijîn, bertek nîşanî stendina cara duyemîn a pereyên dabûn dan û gotin: “Rêveberiya sîteyê ‘qezenca bêmaf’ bi dest bixe.”    Welatiyên li Avahiyên War ên Civakî ya Îdareya Avahiya Şerefiye Toplû (TOKÎ) ya li navenda Wanê dijîn, ji fatûrên gaza xwezayî bi gazincin. Rêveberiya sîteyê, ji bo 852 daîreyên Avahiyên War de, cara duyemîn fatûre şandin. Ev jî bû sedema bertekên welatiyan. Rayedarên şirketa gaza xwezayî nêzî 3 mîlyon TL fatûre ji bo welatiyan derxistibû. Rêveberiya sîteyê bi rayedarên şîrketê re hevdîtin dike û vî deynî dadixe mîlyonekê. Niştecihên sîteyê yên ji qaza qaçax a ku hatiye tespîtkirin rêveberiyê berpirsiyar dibînin, diyar kirin ku dixwazin deynê mîlyonekê ji wan bistînin. Welatiyên sîteyê, îdîakirin ku rêveberiya sîteyê û şirketa gaza xwezayî li hev kirine û gotin: “Li holê gaza qaçax a hatiye bi kar anîn heye. Tu eleqeya me bi vê yekê re tuneye. Me carekê fatûreyên wê da. Em ê cara duyemîn pereyê fatûreyan nedin.”    ‘QEZENCA BÊMAF’   Ji welatiyên siteye Yûsûf Zorba, da zanîn ku heya niha wan gelek caran mesrefên bêmaf dan û wiha axivî: “Me rêveberiya sîteyê hişyar kir. Lê tu tişt neguherî. Rêveberiya sîteyê dibin navê fatûreya malê de, dixwaze fatûrên berê bi me bide dayîn. Ji her daîreyê hezar TL pere dixwaze. Divê ev rewş bê çareserkirin. Dixwazin qezenca bêmaf bi dest bixin.”    ‘EM Ê LI MAFÊ XWE BIGERIN’   Alîhan Yacan jî, bi bîr xist ku heya niha jimêrekê wan ên gaza xwezayî dibin kontrola rêveberiya sîteyê de bûn û wiha hirsa xwe anî ziman: “Me yek rojê jî jimêrekên xwe nedîtin. Ev 5 salin bi awayekê pergalî em fatûreyên xwe didin. Em fatûreyên nû qebûl nakin û emê nedin. Divê ji vir û şûnde rêveberî fatûreyan bide. Em ê serî li rêyên hiqûqî bidin. Emê heya dawiyê mafê xwe biparêzin.”   ‘BILA BIDIN ÎCRAYÊ’   Naîme Ûygar jî, da zanîn ku bi giştî welatiyên xizan di TOKÎ’yan de dijîn û wiha bertek nîşan da: “Me her tim fatûreyên xwe dan. Em fatureye dubare hatiye birîn naxwazin. Dixwazin welatî pereyê dizîtiya hatiye kirin bidin. Lê emê nedin. Ger bixwazin bila bidin îcrayê. Emê tu carî heqê xwe li wan helal nekin. Ji bo ku em vî pereyî nedin, emê heya dawiyê li ber xwe bidin.”   MA / Dîndar Karataş