DÎB: Dîsa bar danîn ser milê gel 2020-11-02 12:36:25   STENBOL - DÎB’ê, diyar kir ku Budçeya sala 2021’an ji bo şer, rant û sermayeye hatiye veqetandin û got: “Bi vê yekê wê xizantî zêdetir bibe û dîsa bar danîn ser milê gel.”   Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB), derbarê budçeya sala 2021’an de, ya ku di Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclîsê hat qebûlkirin de, daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de, hat diyar kirin ku budçe ji bo şer, rant û sermayeye hatiye veqetand, dîsa barê bacayê danîn ser milê karker û emekdaran û ev rewş wê xizantiyê zêdetir bike.    Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bacayên gel didin, ne ji bo pêdiviyên gel tê xerckirin, ji bo sermayê û şer tên xerckirin. Di budçeya sala 2021’an de dîsa cih ji bo jinan, emekdar û xizanan tuneye. Şewba vîrûsê û krîza aboriyê xizantî kûrtir kirin. Şer jêderkên budçeyê diqedîne. Gel mehkûmê xizantiyê kirine. Di heman demê de mafê budçeyê tune hesabandine. Ev budçe li Qesrê hatiye amadekirin û bi vî awayî pêşkêşî Meclîsê hatiye kirin. Li gorî Qanûna Bingehîn tevgerîn çênebûye. Bi vî awayî mafê gel ê budçeyê xesp kirin û Qanûna Bingehên bin pê kirin.”