‘Di rojekê de 4 bijîşk dimirin, binpêkirinên mezin hene' 2020-11-03 09:05:20 WAN - Endamê Desteya Rêvebir a Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Bijîşk Ridvan Şîn, anî ziman ku ji ber tevdîr baş nayên girtin êdî mirina bijîşkan a ji ber Covîd-19'ê jî bûye tiştekî ji rêzê û got: "Heger di rojekê de 4 bijîşk ji ber şewbê miribin, kes nikare bibêje em baş tên parastin. Binpêkirinên pir mezin hene."  Li Tirkiyeyê jî her diçe hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Heya niha li Tirkiyeyê 10 hezar û 402 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên heya niha pê ketine jî 379 hezar û 775 e.    Endamê Desteya Rêvebir a Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Bijîşk Ridvan Şîn, derbarê xetereya muhtemel de axivî.    ŞEWB Û GRÎP    Bijîşk Şîn, anî ziman ku bi hatina zivistanê re dê grîp jî dest pê bike û got, dê şopên bakteriyên grîpê û Covîd-19'ê dê tevlihev bibin û wê bijîşk ji bo jihevveqetandina vana zehmetiyê bikişînin.    Şîn got: "Kesên bên nexweşxaneyê dê bibêjin 'gelo ez bi Covîd-19'ê ketime yan bi grîpê?' Em xebatkarên tenduristiyê jî vê yekê bi zorê ji hev diki. Yanî pêvajoyeke zehmet li benda me ye."    Bijîşk Şîn, diyar kir ku tevdîrên li dijî grîp û Covîd-19'ê kêm in û got, li Wanê welatî pir rihet tevdigerin. Şîn got: "Mixabin tevdîrên civakiyî esas nayên girtin. Tevdîrên ji bo dawet, şîn û mîtîngan qels in. Lewma mirov mecbûr in di warê paqijiyê de bi awayekî şexsî tevdîrên xwe bigirin. Welatî divê maske û lepikan bi kar bînin, li xwarina xwe miqate bin û neçin deverên qelebalix."    TEVDÎR KÊM IN    Şîn, bal kişand ser şert û mercên tenduristkaran jî û got, tevdîrên parêzker kêm in. Şîn got: "Şert û mercên ku tenduristkar tê de ne nebaş in. Hin jê tenê maskeyan bi kar tînin. Yanî li gelek deveran car heye tenduristkar nikarin xwe biparêzin."    Şîn, bal kişand ser mirina xebatkarên tenduristiyê yên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest didin û got, ji ber ku tevdîr baş nayên girtin mirina bijîşkan jî êdî bûye mirineke jirêzê. Şîn, bilêv kir ku ji ber mirina xebatkarên tenduristiyê di şînê de ne û got: "Heger di rojekê de 4 bijîşk ji ber şewbê miribin, kes nikare bibêje em baş tên parastin. Binpêkirinine pir mezin hene."    Herî dawî Şîn bang li welatiyan kir ku heya ji destê wan tê xwe ji şewbê bipraêzin û got: "Ji bo muqawemeta laşê me baş be, vdivê em zêde zêde zebze û fêkiyan bixwin. Niha demsala narînciyeyê tê. Lewma divê em pir pirteqal, greyfûr û her wiha hingiv û kefîrê bixwin. Divê laşê mirov li dijî mîqrobekê amade be. Ji bo vê jî divê mirov li xwarin û paqijiya xwe miqatebe. Ji bo her nexweşînê zûzûka dermanan nexwin."