Agir bi Bazara Rûs ket 2020-11-03 09:40:33   WAN – Li navçeya Qelqeliyê, ji ber sedemeke nayê zanîn agir bi Bazara Rûs ket û gelek dikan şewitîn.    Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê, di saetên serê sibehê de ji ber sedemek ne diyar agir bi Bazara Rûs a li navenda navçeyê ket û gelek dikan şewitîn. Agirkujek tenê mudaxaleyî şewatê kir. Li gel talûkeyê jî xwediyên dikanan ji bo rizgarkirina amûrên xwe ketin dikanên xwe.     Şewata ku li gelek dikanan berbelav bûye hê jî didome.