Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin 2020-11-03 10:47:52   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîp F a Ewlehiya Bilind girtî ye Newroz Uysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç,  ji bo sibê bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji parêzerên Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica, di mehên Gulanê, Hezîranê û Tebaxa 2019’an de li gel miwekîlê xwe 5 caran hevdîtin pêk anîbûn. Parêzseran herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, hevdîtin kiribûn.   Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, herî dawî di 23'yê îlonê de bi hinceta “Nexşerêya” Ocalan a ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) re şandibû, heya 6 mehan hevdîtina parêzeran qedexe kiribû.