Li Kiriklarê 2 girtî kirin hucreyê 2020-11-03 10:54:29   DERSÎM - Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Hejmara 1 a Kiriklarê ya Îzmîrê, 2 girtî bêyî ku tu hincet bê nîşandan, kirin hucreyên yek kesî.    Hat dest nîşan kirin ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a  Hejmara 1 a Kiriklarê ya Îzmîrê, 2 girtî Bunyamîn Surme û Erdal Polat, bêyî ku tû hincet bê nîşandan kirin hucreyên yek kesî.    Hat ragihandin ku Midurê Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Wanê Î.Y. piştî ku mehek berê  weke midur tayînî Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê ya Îzmîrê hat kirin, li girtîgehê zextên li ser girtiyan zêdetir bûn. Hat bi bîr xistin ku berê li girtîgehê girtî 3 saetan derdixistin hewadarkirin, lê niha bi hinceta vîrûsa koronayê tenê saetekê derdixin.   Xizmên girtiyan li dijî van pêkanînê li ser girtiyan banga hestiyariyê li raya giştî kirin.