Di doza Leyla Aydemîr de, îtîraza biryara beraetê 2020-11-03 12:59:41   AGIRÎ -  Parêzerê malbata zaroka 4 salî Leyla Aydemîr a li gundê Bezîrganê winda bû û piştî 18 rojan cenazeyê wê hat dîtin Erdogan Tûnç, biryara beraetkirina bersûcan îtîraz kir.    Leyla Aydemîr (4), di 15’ê hezîrana 2018’an de li Agiriyê winda bûbû û piştî 18 rojan mirî hatibû dîtin. Weke faîl apê Leyla, Yûsûf Aydemîr hatibû darizandin û di danişîna 2’yê Cotmehê hat dîtin de, cezayê muebbeta giran lê hatibû birîn. Ji bo bersûcên din Mehmet Alî Aydemîr, Mûsa Aydemîr, Besîn Dûrsûn, Hatûn Dûrsûn, Ayşe Artam û Yildirim Artam biryara beraetê hatibû dayîn.     Parêzerê dosyeya malbata Leyla Aydemîr Erdogan Tunç, derbarê bersûcên beraet kirin de, serî li dadgeha îstînafê da. Parêzer di daxwaznameya pêşkêşî îstînafê hat kirin de, cih da îfadeyên bersûc û şahidan, nakokiyên gumanbaran û îfadeyên derew ên derketin holê. Parêzer beraetkirina bersûcan îtîraz kir û xwest bersûc cuda bi cuda bên cezakirin.