Li Kurkçulerê, girtiyan li dijî zextan dest bi greva birçîbûnê kirin 2020-11-03 14:16:38   EDENE – Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê dimînin, li dijî zextan û binpêkirinên mafan, bi armanca hişyarkirinê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan kirin.    Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edenê, girtiyan li dijî zextan û binpêkirinên mafan bi armanca hişyariyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan kirin. Girtî Mehmet Zehît Şahîn, di hevdîtina telefonê ya îro de, ji malbata xwe re behsa çalakiya xwe ya greva birçîbûnê û binpêkirinên mafan ên di girtîgehê de kir.    Şahîn, diyar kir ku ew di girtîgehê de, tecrîdê di nava tecrîdê dijîn û wiha got: “Hemû mafên meyên qanûnî ji destên me hatine girtin. Pirtûk, rojname û kovaran nadin me. Me dernaxin hewadarkirinê. Daxwazên me yên guhertina qewîşan bi cih nayin anîn. Rojên hevdîtinê hatine sînordar kirin. Gardiyan her tim heqaretê li me dikin û em rastî pêkanînên wan ên keyfî tên. Bi awayekê rast û dirust me nabin nexweşxanê û derman nakin. Xarina li girtîgehê   pir xirabe û kêm didin. Kincên me nadin me. Ji ber van hemû sedaman, bi armanca hişyarî me îro dest bi reva birçîbûnê kir. Em dixwazin binpêkirinên mafan bi dawî bibin û tecrîdî agirankirî rabe. Me bi dehan car ji Wezareta Dadê re daxwazname şandin, lê bi tu awayî bersiv nehat dayîn. Heya ku binpêkirinên mafan bi dawî bibin, emê çalakiya xwe dewam bikin.”