Yolerî: Kesên di bin çavan de dest bi grevê kirin 2020-11-03 14:42:30   STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku kesên li Stenbolê hatin binçavkirin bi muameleya xerab re rû bi rû mane û wiha got: "Kesên hatin binçavkirin, bi boneya muameleya xerab şermezar bikin, dest bi greva birçîbunê kirine."    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û  Wafka Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV), têkildarî operasyona li Stenbolê ku zêdeyî 100 kesan hatin binçavkirin, li avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Li salona civînê dirûşmeya "Jiyana kesên di bin çavan de di bin gefan de ye. Bila tedbîra corona bê girtin û kesên di bin çavan de bên berdan" vekirin. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, anî ziman ku kesên polîsan ew binçav kirin dema binçav kirin bêyî ku tedbîran bigirin birin midûriyeta polîsan û wiha got: "Kesên polîsan ew binçav kirin û piştî hatin berdan, testa wan posîtîf derket.  Hêj gelek kesên di bin çavan de  testa wan pozitif hene heye."      Yolerî, da zanîn ku kesên li Şaxa TEM'ê ya Stenbolê tên ragirtin, bi muameleyên pir xerab re rû bi rû ne û wiha bi dawî kir: "Dema binçavkirinê 4 roj dirêj kirine. Kesên hatin binçavkirin ji bo şertên binçavkirinê şermezar bikin, dest bi greva birçibûnê kirine. Maske jî nade kesên di bin çavan de. Kesên di bin çavan de bêyî şekir û avê bistînin çalakiya xwe berdewam dikin. Ji bo şertên xerab û pêkanînên xerab şermezar bikin çalakiyê li dar dixin. Divê dawî li van pêkanînan bînin û kesên hatine binçavkirin demek berî demekê serbest bên berdan."     Nûnera TÎHV'ê ya Stenbolê Umît Efe jî anî ziman ku ew vê pêvajoyê bi awayekî matmayî dişopînin û wiha got: "Erka dewletdê ewe ku asta mafê jiyanê bilind bike û mafê jiyanê biparêze. Eger şert û merc neyên başkirin dê bêtir xera bibe."