Hinavên girtiyê nexweş Yildirim îltîhap girtin 2020-11-03 15:07:48   MÊRDÎN - Di Girtîgeha Metrîsê de, Serdal Yildirim ê 6 meh berê dema ku nihêrvanên wî xwestin wî rakirin li erdê ket û bû nexweşê doşekê, ji ber ku platînên wî nayin nû kirin, laş û hinavên wî îltîhap girtin.    Li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê, girtiyên nexweş Abdullah Tûran ê 33 salî, Engîn Aktaş ê 32 salî û Serdal Yildirim ê 27 salî bi hev re dimînin. Girtiyê nexweşê doşekê Serdal Yildirim, ji ber ku nayê dermankirin, laş û hinavên wî îltîhap girtin. Yildirim ê ji sedî 98 rapora wî ya berastengiyê û rapora wî ya Saziya Tipa Edlî (ATK) ya “Nikare di girtîgehê de bimîne” hene jî, nayê berdan. Yildim di hevdîtina telefonê ya heftane de, tiştên dijîn ji birayê xwe Sedat Yildirim re vegotin.    BÎRÎN DI LAŞÊ WÎ DE VEBÛNE   Birayê Serdal Yildirim Sedat Yildirim, diyar kir ku gurçikên birayê wî îflas kirine û wiha axivî: “Di çep û rastê wî de platin hene. Ji ber vê di laşe wî de birîn vebûne. Jora gurcikên wî bûne birîn. Bi laşê wî re hinavên wî îltîhap girtine. Ji ber vê gurçikên wî hatine asta îflasê. Divê platînên wî bên guhertin, lê nayin guhertin.”   TERKÎ MIRINÊ KIRINE   Yildirim, da zanîn ku birayê wî berî 6 mehan, an nihêrvanan an jî gardiyenan di dema xwestin rakin de li erdê xistine û bi van gotinan xwest birayê wî bê dermankirin: “Dema ku birayê min li erdê dikeve platînên wî dişikin. Nexweşxaneya Balta Lîman ji ber şert û mercên girtîgehê dibeje ew nikarin emeliyat bikin. Lê ligel vê yekê jî nayê berdan. Hemû serlêdanên me kirin bê encam man. Birayê min jî û girtiyên din ên nexweşî, terkî mirinê kirine. Divê tavilê bên berdan û dermankirin.”