Serokê HEP’ê yê Bajêr Sakik ê hatibû qetilkirin hat bibîranîn 2020-11-03 16:53:14   DÎLOK – Serokê HEP’ê yê Dîlokê Abdulsamet Sakik ê di sala 1992’yan hatibû qetilkirin, di salvegera 28’emîn qetilkirin xwe de hat bibîranîn. Birayê wî wekîlê HDP’ê yê berê Sirri Sakik di bîranînê de axivî û got: “Di saya têkoşîna windahiyên xwe de, em îro partiya herî mezin a 3’yemînin.”   Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Bajarê Dîlokê Abdulsamet Sakik ê di 3’yê Mijdara 1992’yan de li ser Cadeya Karagoz a navçeya Şahinbey ji aliyê hizbulkontra ve hat qetilkirin, di salvegera 28’emîn a qetilkirina xwe de ji aliyê malbat, rêheval û heskiriyên xwe ve hat bibîranîn. Bernameya bîranînê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê hat lidarxisitn. Zarokên Sakik Pinar, Veysel û Bahtiyar Sakik, birayê wî wekîlê berê yê HDP’ê yê Mûşê Sirri Sakik, Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl û gelek kes beşdarî bîranê bûn.       Mahmût Togrûl di bîranê de axivî û wiha got: “Em Abdulsamet Sakik bibîr tînin. Di salên 90’î de mirovên ku aştî, demokrasi û yekitî diparastin, ji paşve dihatin qetilkirin. Bi vê armanc dikirin ku têkoşîna azadiyê têk bibin. Lê ev têkoşîna me ji wan re bû dert û tu carî têk neçû. Hîna jî bi rengekê cuda ev êrîş dewam dikin. Emê tu darî meşaleya ku hevalên me pê xistin, destûr nedin ku bê vemirandin.”    Dûre keça Sakik Pinar Sakik axivî û bal kişand ser têkoşîna bavê xwe.    PIŞTÎ 28 SALAN BÎRANÎN    Piştre birayê wî Sirri Sakik, birayê xwe bibîr anî û wiha got: “Piştî 28 salan ji bo birayê min bîranîn li darxistin, pir bi wateye. Di saya têkoşîna windahiyên xwe de, em îro partiya herî mezin a 3’yemînin. Birayê min piştî darbeya 12’yê Îlonê hatin binçavkirin û 3 mehan dibin çavan de ma. Îşkenceyên pir giran lê hatin kirin. Bi vî awayî bi hezar mirov kuştin. Emê têkoşîna wan tu carî ji bîr nekin. Ev 40 salin li ser vê axê xwîn dirêje. Em ê hemû xizan, muxalîf û demokratan bînin ba hev.”