Derbarê eskerê êrîşeke nîjadperest lê hatibû kirin de lêpirsîn dan destpêkirin 2020-11-04 09:08:30 MÊRDÎN - Çetîn Dogan gava li Edîrneyê li eskeriyê bûye, gotibûye "perwerdehiya bi kurdî" û ji ber vê lê dabûn. Piştî Dogan gilî kiriye, derbarê du eskeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin û der barê Dogan de jî bi tawanbariya "propgandaya rêxistinê" û bêîteatiya emrî" lêpirsîn hatiye destpêkirin.  Çetîn Dogan gava li navçeya Suloglû ya Edîrneyê li Fermandariya Tûgaya Mekanîzeyê ya 54'an esker bûye, di 15'ê Tebaxê de j ber ku perwerdehiya bi kurdî parastiye hin eskeran êrîş birine ser wî. Eskeran bi tivinga HK33 lêdane û gelek deverên laşê wî birîndar kirine. Dogan, ji ber vê 3 roja li nexweşxaneyê hatiye tedawîkirin û  paşê gilî kiriye. Dozgeriya Komarê ya Suloglûyê jî derbarê 2 eskeran de bi tawanbariya "birîndarkirina bi qesdî" lêpirsîn daye destpêkirin.    Lê belê piştî her du eskeran îfade daye, dozgeriyê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" û "bêteatiya emrî" derbarê Dogan de jî lêpirsîn daye destpêkirin. Îfadeyên kesên di lêpirsînê de, zabitnameyên derbarê bûyerê da û raporên nexweşxaneyê jî di nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya 14'ê Îlonê de cih girtibûn.    Esker Û.C.Y. ku qebûl kiriye li Dogan daye û di îfadeya xwe de gotiye, behsa perwerdehiya bi kurdî kiriye û gotiye "Me ji we, we jî ji me şehîd girtin." Esker Û.C.Y. di îfadeya xwe de gotiye: "Min got dê kî heqê şehîdan bide û min hew karibû xwe bigire û min bi qundaxa keleşa AK-47 bi awayekî şid li eniya wî da. Ji ber ku min bi şid lê da, devera plastîk a qundaxa çekê şikiya. Xwîn ji eniya Çetîn Dogan hat. Kesî ev yek nedît. Piştî bûyerê, min dev ji nobedê berda. Ji ber ku min li Dogan xistiye, ne poşman im."    Eskerê din Y.K. jî di îfadeya xwe de anî ziman ku wî bi tu awayî li Dogan nedaye û gotiye, di dema bûyerê de wî û Û.C.Y. bi hev re nobet digirt û yê li Dogan daye Û.C.Y. ye.    NÎŞANA SERKETIN WEKÎ 'ÎŞARETA PKK'Ê' HATIYE HESIBANDIN   Dozgeriyê di dosyeya lêpirsînê de ji bo derbkirina Dogan cih nedaye tu îfadeyan û ji bo lêpirsîna derbarê Dogan de jî îfadeya şahidan girtiye. Kesekî ku îfade li ser Dogan daye, derpêş kiriye ku Çetîn Dogan ji wan re gotiye ew HDP'î ye û nîşana serketinê kiriye û "Du tiliyên xwe bilind kiriye û îşareta PKK'ê kiriy." Şahidekî dinê jî derpêş kiriye ku "Çetîn Dogan ji min re gotiye Ez HDP'î û Kurdistanî me."    Lê belê Çetîn Dogan di îfadeya xwe de tawanbariya "propagandaya rêxistinê" û "bêîteatiya emrî" qebûl nekiriye.    Parêzerê Çetîn Emrûllah Bîlîk jî piştî rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ku dozger xwestiye bê, dê îdianame amade bibe.    POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ    Bîlîk, bilêv kir ku kiryar li xwe mikur hatiye lê cardin jî nehatiye girtin û bi ser de jî kiryar Û.C.Y. gotiye ew ne poşman e. Bîlîk, ji bo engirtin û necazakirina kiryara got, ev yek etzahura polîtîkayên bêcezatiyê ye.    Parêzer Soner Kûrt jî diyar kir ku li bendê bûn ku di çarçoveya mexdûriyetê îfadeya muwekîlê wî bê girtin, lê belê bi awayekî gumanbar jî îfadeya wî hatiye girtin. Kûrt got: "Muwekîlê me mexdûr bû, lê wî kirin gumanbar. Dixwazin bi îfadeyên derew muwekîlê me bi tawanbariya propagndaya rêxistinê ceza bikin. Gumanbaran jî li gor vê îfade daye."    Kûrt, diyar kir ku tiştên şahid ûû kiryar dibêjin ne di çarçoveya "propagandaya rêxistinê" de ne û got: "Pêdivî bi lêpirsînê tune bû, lê muwekîlê min bi vê tawanbariyê îfade daye. Doza perwerdehiay bi kurdî jî ne propagandaya rêxistinê ye. Di vî warî de îçtihad hene. Ev mafekî xwezayî ye. Parastiye ku divê li dbistanan pewerdehî hebe, lê jê re gotine 'tu yê hesabê şehîdan bidî' û lê xistine."    MA / Ahmet Kanbal