Li Osmaniyeyê serdegirtina malan: HDP’î hatin binçavkirin 2020-11-04 09:18:01   OSMANİYE – Li Osmaniyeyê hevserokên HDP’ê yên bajara jî di nav de 4 HDP’î hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê ve hat destpêkirin de polisan îro sibehê li navenda Osmaniyeyê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinê de polisan Hevserokên HDP’ê yên Osmaniyeyê Kadriye Tore û Alî Coşkûn û rêveberên HDP’ê yên bajar Celal Aydin û Mehmet Yildirim binçav kirin. Sedena operasyonê nehat hînbûn. Polisan her çav kesan jî birin Miduriyeta Emniyetê ya Osmaniyeyê.