Parêzerên welatiyên ku ji helîkopterê hatibûn avêtin serî li AYM’ê dan 2020-11-04 09:36:40 WAN – Parêzerên Servet Tûrgût û Osman Şiban ku li navçeya Şaxê piştî binçavkirinê ji helîkopterê hatibûn avêtin, bi hinceta ku azadiya wan a lêgerîna maf hatiye sînorkirin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan.  Di 11’ê îlonê de leşkerên ku li navçeya Şaxê ya Wanê derketibûn operasyonê welatiyên sivîl Servet Tûrgût û Osman Şiban binçav kiribûn û piştre jî ji helîkopterê avêtibûn. Servet Tûrgût ji ber vê avêtin û îşkenceya giran ku lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da û Osman Şiban jî hê rewşa wî giran e. Parêzerên Tûrgût û Şiban, bi hinceta ku azadiya wan a lêgerîna maf hatiye sînorkirin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan.