Li Mêzgêrê têketin û derketin qedexe bû 2020-11-04 11:10:09   DERSIM – Li navçeya Mêzgêrê ji ber zêdebûna pêketiyên vîrûsa koronayê têketin û derketina navçeyê hea hefteyekê hat qedexekirin.    Li navçeya Mêzgêrê ya Dersimê ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê biryareke nû hat girtin. Heta hefteyekê têketin û derketina navçeyê û gundên ji bo kesên ku ne ji navçeyê ne hat qedexekirin. Hat diyarkirin ku heke pêwîst bê dîtin dibe ku dema qedexeyê bê dirêjkirin jî.