Hê jî cenazeyê kolberê ku hat kuştin radestî malbata wî nehatiye kirin 2020-11-04 11:33:58   COLEMÊRG – Ji ber ku lêkolîna DNA’ya wî temam nebûye, cenazeyê kolber Mîsleh Kasimî ku li navçeya Geverê li ser sînorê Îranê ji aliyê leşkerê tirk ve hatibû kuştin, radestî malbata wî nehatiye kirin. Brayê Kasimî Mislim Kasim jî tedawiya wî li nexweşxaneyê didome.    Misleh Kasimî (23) û birayê xwe Mislim Kasimî (22) ku bazirganiya sînor dikin, di 31’ê cotmehê de dema ku xwestibûn ji gundê Bilindbasan ê bajaroka Bajêrganê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê derbasî Îranê ji aliyê leşkerên tirk ve gule li wan hatibû reşandin. Di encama vê gulereşandinê de Misleh Kasimî (23) jiyana xwe ji dest da û birayê wî Mislim Kasimî (22) jî birîndar bû.    LÊKOLÎNA DNA’YA WÎ TEMAM NEBÛYE    Malbat Kasimî ji bo ku cenazeyê kurê xwe bigire serî li saziyên fermî da. Li ser vê yekê bi fermana dozgeriyê ji malbata Kasimî mînakên DNA’yê hatin girtin û ji bo lêkolînê ji Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Wanê re hatin şandin. Ji ber ku lêkolîn hê bi encam nebûye, malbata Kasimî nikare cenazeyê kurê xwe bigire.    Li aliyê din tedawiya birayê Kasimî Mislim Kasimî jî li nexweşxaneyê didome û  hat hinbûn ku wê roja înê cara duyemîn bê emeliyatkirin.